‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’

Hevserokê Yekitiya Êzidiyên Kantona Efrîn û Şehbayê Silêman Cafer diyar kir ku armanca ji wêrankirina perestgehan koçberkirina êzidiyên li Efrîna dagirkirî mane û temamkirina plana guhartina demografîk e.

‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
‘Armanca xirakirina perestgehan koçberkirina êzidiyan e’
27 tîrmeh, 2023   12:46
ŞEHBA

Beriya çend rojan li ser medyayên dîjîtal wêneyên xirakirina perestgeha Şêx Hemîd a êzidiyan a li gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî, hatin parvekirin.

Ev perestgeh sala 2018`an piştî dagirkirina Efrînê jî ji sedî 20 hatibû xirakirin.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê agahî dan ku çeteyên "Sultan Murad" ên girêdayî MÎT`ê peresgeh û gorên derdorê wêran kirine.

Perestgeh li ser rêya di navbera gundên Qitmê û Qestel Cindo yên navçeya Şera de ye û li gel êzidiyên cihekî girîng û mezin digire.

KOÇBERKIRINA ÊZIDIYAN

Girêdayî mijarê hevserokê Yekitiya Êzidiyên kantona Efrîn û Şehbayê Silêman Cafer ji ajansa me re axivî. Cafer got: "Hemû perestgeh û gorên me wêran kirin û ji bo temamkirina siyaseta guhartina demografîk, êzidiyên li Efrînê mane jî bi darê zorê didin koçberkirin."

Cafer bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin, vê hovîtiya li dijî Kurdan û bi taybet êzidiyan bi dawî bikin û ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk li Efrînê û vegera koçberan alîkariyê bidin.

Cafer agahî da ku di nav de gundê Basûfanê, perestgehên êzidiyan ên li her devera Efrînê tên xirakirin.

Cafer bal kişand ser wêrankirina perestgeha Şêx Hemîd û wiha dewam kir: "Ev cara duyemîn e ev perestgeh tê wêrankirin. Armanca wan koçberkirina ji sedî 10`ê êzidiyên li Efrînê mane ye.”

SÛCÊN DIN…

Li Efrînê di 5 salên dagirkeriyê de gelek perestgehên êzidiyan hatin wêrankirin û kolandin; ji wan perestgeha Çiyayê Xanê ya li gundê Qîbarê, perestgeha Şêx Berekat a li gundê Şadêrê, perestgeha Şêx Xerîb li gundê Sînka, perestgeha Şêx Menan li gundê Kefir Cenê û gelek perestgeh û gorên din.

Ji wê zêdetir jî lixwekirina cilên "şerîî" li jinên êzidî tê ferzkirin, li gundên êzidiyan mizgeft hatine avakirin, dewreyên şerîetê ji zarokan re hatine vekirin û îslamiyet bi zorê li wan tê ferzkirin.

Di dawiya Adara 2023′yan de dîmeneke 2 welatiyên êzidî ku şêxên çeteyên dewleta Tirk a dagirker wan bi zorê dikin misliman hatibû parvekirin. Navên wan her du êzidiyan “Heyder Arif û Şêxo Arif” ên ji gundê Qîbarê bûn.

(fr)

ANHA