Li Til Hemîsê semînera li ser ziyanên hişbirê

Li navçeya Til Hemîsê semînerek têkildarî ziyan û xetereyên madeyên hişbir hat dayîn.

Li Til Hemîsê semînera li ser ziyanên hişbirê
Li Til Hemîsê semînera li ser ziyanên hişbirê
Li Til Hemîsê semînera li ser ziyanên hişbirê
Li Til Hemîsê semînera li ser ziyanên hişbirê
27 tîrmeh, 2023   11:23
QAMIŞLO

Semîner ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve li hola Meclisa Navçeya Til Hemîsê hat dayîn. Di semînerê de endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), endamên Meclisa Navçeya Til Hemîsê amade bûn.

Hevserokê Komîteya Ciwanan a Meclisa Navçeya Til Hemîsê Mihemed Xelîl semîner da.

Xelîl li ser sedemên organîzekirina vê semînerê got: "Madeyên hişbir ji bo jihevxistina civakan dihatin bikaranîn. Di serî de dewleta Tirk a dagirker, dijminên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazin madeyên hişbir wekî çekekê ji bo wêrankirina civakê, di nava ciwanan de belav bikin."

Têkildarî hedefgirtina jî ciwanan Xelîl wiha domand: "Ciwan pêşeng in ku neteweyan ava dikin. Mohra ciwanan di avakirina şaristaniyan de heye. Têkbirina ciwanan tê wateya wêrankirina civakê ye."

Beşdaran di dawiya semînerê de nêrînên xwe anîn ziman û got, divê bi rêya hevgirtina ciwanan û hişyarbûna wan rê li ber berbelavbûna hişbirê bê girtin.

(fr)

ANHA