Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye

Li herêmên serweriya hikumeta Şamê ji ber têkçûna lîreya Sûriyeyê kirîn û firotin sekiniye.

Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
Li herêmên hikumeta Şamê tevgera bazirganiyê sekiniye
27 tîrmeh, 2023   10:04
HELEB-XEYS ŞEMSEDÎN

Li piraniya saktorên bazirganiyê ji ber têkçûna nirxê lîreya Sûriyeyê li hember dolar, kirîn û firotin rawestiyaye.

Heta dema amadekirina vê raporê nirxê xerckirina lîreya Sûriyeyê li hember dolar 13 hezar û 200 bû.

Yek ji dermanfiorşên li Helebê ku navê Husman El Seyid bi kar anî, diyar kir ku kesên dermanan li dermanxaneyan belav dikin ev çend rojan serî li dermanxaneya wî ya li taxa Suryan nedane.

El Seyid got ku pêdiviya wî bi gelek cureyên dermanan mîna; dilopên çavan û dermanên kêmkirina germahiyê û hwd heye.

El Seyid destnîşan kir ku wî bi gelek kesên ku dermanan belav dikin re peywendî daniye, lê belê wan diyar kiriye ku ji ber neistqrarbûna nirxê lîreyê firotin hatiye qedexekirin û da zanîn ku hilberîna kargehan dikeve depoyan.

El Seyid diyar kir ku wan hewl daye xwe bigihînin gelek kesên dermanên ku dermanan çêdikin ji bo ku ji wan sedema nefirotina dermanan bipirsin, lê tu kesî berisva wan nedaye.

Serokê Sendîkaya Dermanxaneyan a şaxê Şamê Hesen Dêrewan jî got Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê guherandina nirxên hin dermanan nîqaş dike.

Xwediyê kargehek madeyên estetîkê ya li Helebê ku navê Hemîd El Nehas bi kar anî, bal kişand ku nirxê dolar li sûka reş û li Banka Navendî ya Sûriyeyê ji hev cuda ye û nirxê lîreyê bê îstiqrar e û got: “Lewam gelek kes ji bo zirarê nebînin madeyên xwe nafiroşin.”

Banka Navendî ya Sûriyeyê di 18′ê Tîrmehê de, nirxê lîreya Sûriyeyê li hember her dolarekî li şûna 9 hezar û 500`î bi 9 hezar û 900`î diyar kiribû. Li sûka reş jî nirxê lîreyê li hember dolar 13 hezar û 200 e.

Pîşezas El Nehas anî ziman ku ew pirî caran dema bixwazin madeyên xwe bifiroşin dewletên cîran, ew berê xwe didin sûka reş, ji ber ku li wir dan  û standin bi pereyên biyanî ye.

Li gorî El Nehas, bazirganiya hundirîn rawestiyaye, lê belê ya derve kuj bi dolar tê kirin dewam dike. Ev jî tê wateya ku tenê sûkên xwecih ji ber rawestandina kirîn û firotinê zirarê dibînin.

Tê destnîşankirin ku mûçeyên karmendên hikumeta Şamê li cîhanê ya herî kêm e û piştî daketina nirxê lîreya Sûriyeyê li hember dolar êdî mûçeyên karmendan tenê nêzî 10 dolaran dike.

(fr/c)

ANHA