​​​​​​​Karasû: Şoreşa Rojava şoreşeke mezin e

“Şoreşa Rojava bi rastî jî şoreşeke mezin e. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên giran hene; pirsgirêkên neteweyî, pirsgirêkên baweriyê, pirsgirêkên çandî, pirsgirêkên jinan, pirsgirêkên demokrasiyê. Şoreşa Rojava ji van pirsgirêkan hemûyan re çareseriya rast dibîne.”

​​​​​​​Karasû: Şoreşa Rojava şoreşeke mezin e
27 tîrmeh, 2023   10:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu di Bernameya Taybet a Medya Haber TV’yê de li ser şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî axivî.

Axaftina Mustafa Karasu ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Ez Şoreşa Rojava ya ku nêzî 20 hezar şehîdên wê hene, silav dikim û şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa ez 33 ciwanên sosyalîst ên ji Tirkiyeyê ji bo piştgirî û hêzê bidin Şoreşa Rojava û weke Rêwiyên Xewnan tên pênasekirin jî bi rêzdarî û mînetdarî bi bîr tînim.

Şoreşa Rojava bi rastî jî şoreşeke mezin e. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên giran hene; pirsgirêkên neteweyî hene, pirsgirêkên baweriyê hene, pirsgirêkên çandî hene, pirsgirêkên jinan hene, pirsgirêkên demokrasiyê hene. Şoreşek e ku ji van pirsgirêkan hemûyan re çareseriya rast dibîne ye. Ji aliyekî ve, ne şoreşeke ku tenê pirsgirêka Kurd çareser dike yan jî çareseriyekê tenê ji pirsgirêka Kurdan re dibîne, şoreşek e ku ji bo pirsgirêkên tevahiya Rojhilata Navîn modela çareseriyê derdixe pêş e. Ev pir girîng e. Têgihiştina neteweya demokratîk heye, têgihiştina demokrasiyê heye, bi hev re jiyana baweriyên cuda heye. Li vir têgihiştina jinê ya azadiyê heye. Ji nakokiyên mezhebî, pevçûnên neteweyî dûr seknîn, şerê li dijî desthilatdariyê dayîna aliyek, li şûna şerê desthilatdariyê ji bo demokrasiyê bidestxistina mafên xwe, bêyî ku bikeve nava têgihîştina desthilatdarî û dewletê pirsgirêk çareserkirin… Ji ber ku têgihîştina dewlet û desthilatdariyê ye ku hemû pirsgirêk dixitimîne û nayên çareserkirin. Kêliya ku hûn têkevin têgihiştina dewlet û desthilatdariyê, pirsgirêka nasnameyê nayê çareserkirin, pirsgirêka baweriyê nayê çareserkirin, pirsgirêka jinê nayê çareserkirin û pirsgirêka demokrasiyê nayê çareserkirin.

‘EV GUHERTIN BI PERSPEKTÎFA RÊBER APO PÊK HAT’

Rojava bi vê ferasetê şoreşeke mezin kir. Helbet ev veguhertineke ku bi perspektîfa Rêber Apo, bi xeta Rêber Apo pêk hat. Li Rojava bi awayekî berbiçav hate dîtin.

Lê ez dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim. Bi vê gotinê em nikarin bibêjin ku xeta Rêber Apo bi tevahî li Rojava hate pêkanîn. Lê her kes dibîne ku her çendî kêm pêk hatibe jî, çiqas girîng û bi nirx e. Dibîne û di vî warî de Şoreşa Rojava di vê hawîrdora zext û zordariya li Rojhilata Navîn de bûye qadeke azadiyê, cewhera wê ye û modelek e.

‘ŞOREŞA ROJAVA Û RÊVEBERIYA XWESER DÊ BIBIN MODEL’

Em di wê baweriyê de ne ku Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibin model. Niha wek mînak dê li Sûriyê çareserî pêk bê; gelo bi têgihiştina van çete û komên girêdayî Tirkiyeyê re Sûriyeyeke nû ava dibe? Nikarin ava bikin. Dîsa, gelo bêyî guhertina têgihîştina rejîmê ya heyî dikare aramî li Sûriyê pêk were? Pêk nayê. Yekane xala hevpar a aramiya li Sûriyeyê prensîbên ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe pêş. Prensîbên siyasî ne, prensîbên civakî ne. Ango wê li ser esasê prensîbên ku ew daniye, wê lihevkirinek pêk bê.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare lihevkirin esas bigire. Lê çawa dikarin bi kesên di bin bandora çeteyan de ne, nizanim Tirkiye re lihevkirinek çêbikin? Ne rejîm dikare li hev bike, ne Kurd û ne jî yên din. Heya ku rejîm xwe neguherîne, nikare aramî û çareseriyê peyda bike. Ji bo vê jî têgihiştina ku aramî û çareseriya sereke êw li dora xwe ava bike Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em bawer dikin ku ev bandorek girîng heye. Bandor li Sûriyê jî kir, bandor li Rojhilata Navîn jî kir.

‘KURD, EREB, SURYAN Û ÇERKES DÊ ŞOREŞÊ JI HER CURE ÊRIŞAN BIPARÊZIN’

Li aliyê din jî rola yekkirina hêzên demokrasiyê li Rojhilata Navîn lîstiye. Dîsa li Rojhilata Navîn paşverûtê herî mezin dewleta Tirk e. Li dijî paşverûtiya dewleta Tirk tifaqa Ereb-Kurd li Sûriyeyê eşkere kir. Her wiha helwesta tifaqa Ereb-Kurd a li dijî dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn eşkere kir. Bi rastî ev ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn geşedanên girîng in. Ez bi vê wesîleyê vê şoreşê silav dikim. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd, Ereb, Suryanî û Çerkes dê bi feraseta neteweya demokratîk vê şoreşê li hemberî her cure êrişan biparêzin. Ev şoreş şoreşeke pir bedew e. Dibe ku kêmasî û nebesiyên wan hebin. Bê guman heye. Xeta Rêber Apo bi temamî pêk nehatiye. Lê bi rengê xwe yê îroyîn jî şoreşeke ku hemû gel wê hembêz bikin û ji bo Rojhilata Navîn bibe mînake. Ez hemû kesên ku keda wan di vê şoreşê de heye bi rêzdarî û minetdarî silav dikim.