Çeteyan welatiyekî din revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyekî ji gundê Kokanê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê revand.

Çeteyan welatiyekî din revand
27 tîrmeh, 2023   08:32
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, çeteyên “Sultan Suleyman Şah” ên Tirkmen kesê bi navê Xelîl Arif Ebdo (35) ê ji gundê Kokanê dema ji bajarê Helebê vedigeriya, revandiye û biriye navenda “Polîsên Leşkerî” ya li navenda bajarê Efrînê.

MÎT`ê duh jî li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê 4 welatî revandibûn û biribûn cihekî nediyar.

(c)