Li peravên Tunisê cenazeyên 901 penaberan hatine derxistin

Wezareta Karên Hundir a Tunisê ragihand ku ji destpêka îsal ve cenazeyên 901 penaberan li peravên Tunisê hatine derxistin.

Li peravên Tunisê cenazeyên 901 penaberan hatine derxistin
27 tîrmeh, 2023   08:40
NAVENDNA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Reutersê, wezîrê karên hundir ê Tunisê Kemal El Feqî ragihand ku ji destpêka 2023'yan ve yekîneyên ewlehiya peravan a Tunisê cenazeyên 601 penaberan derxistine.

El Feqî diyar kir ku ji 901 penaberên xeniqîne, 36 ji Tunisê ne, 267 jî biyanî ne û nasnameyên yên mayî jî nehatine zanîn.

Li gorî daneyên fermî yên hikumeta Tunisê, heta 14'ê Tîrmehê 75 hezar û 65 penaberan xwe gihandiye Îtalyayê. Par di heman wextî de 31 hezar û 920 penaberên ku piraniya wan tunisî bûn, xwe gihandibûn Îtalyayê.

(bb/c)

ANHA