Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e

Li gorî daneya ku Meclisa Sivîl a Reqayê çêkiriye, hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e.

Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
Hejmara malbatan li Reqayê 64 hezar û 595 e
26 tîrmeh, 2023   14:33
REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê îro di nav taxên bajêr de, dest bi serjimariyê kir. Xebatên serjimariyê dê sibe li gundewarê bajêr dest pê bikin.

Komîteyên Meclisa Sivîl a Reqayê; Komîteya Hundirîn, Komîteya Aboriyê, Komîteya Sotemeniyê û Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê tev li vê xebatê bûn ku 17`ê Gulanê dest pê kirine.

Armanc ji vê xebatê ew e ku nifûsa bajêr bê zanîn û tombarkirin.

Ji bo naskirina mekanîzmeya serjimariyê, endamê Komîteya Hundirîn a Meclisa Sivîl a Reqayê Salih El Hecî ji ajansa me re wiha axivî: “Me di 17`ê Gulanê de, bi tevlêbûna meclisên xwecih û komînan, dest bi xebatê li taxên bajêr kir.”

El Hecî diyar kir ku ew ji vê xebatê armanc dikin ku agahiyên der barê hejmara malbatên li Reqa û gundewarê wê de dijîn, bizanin.

Her wiha El Hecî der barê daneyên ku kom kirine de ev agahî parve kirin: “Hejmara malbatên li Reqayê 64 hezar û 595 malbat e. Bi beşdariya 30 tîman, meclisên xwecih, gel û komînan me ev xebatên xwe kirin.”

Têkildarî mekanîzmeya xebatê de, El Hecî got: “Komîna tax yan jî herêmê karetek dide her malbatekê. Dûre tîmên serjimariyê serdana malên şêniyan dikin û agahiyên pêwîst ji lênûska malbatî, nasnameyê digirin. Li ser vê esasê serjimarê tê çêkirin.”

El Hecî destnîşan kir ku xebatên wan di nav taxên bajêr de îro bi dawî bûn û sibe dê li gundewarên Reqayê destpê bikin.

(şx)

ANHA