​​​​​​​Dîmenên çalakiyeke gerîla hatin weşandin

Gerîla TV dîmenên çalakiyeke li Girê Koordîneyê weşand. Çalakî 10'ê Tîrmehê hatibû kirin û 3 leşkerên dagirker tê de hatibûn kuştin.

​​​​​​​Dîmenên çalakiyeke gerîla hatin weşandin
26 tîrmeh, 2023   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"10'ê Tîrmehê saet di 13:13'an de li qada Girê Koordîne ya Metînayê bi çekên giran li kozikên dagirkeran hate xistin. Di encamê de kozika dagirkeran bi temamî hate îmhakirin û 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî bi giranî birîndar bû. Dagirkeran saet di 14:40'î de miriyên xwe bi helîkopteran ji qadê birin.

Çalakî ji bo silavkirina salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê hate lidarxistin."