​​​​​​​Ji ber qanûnên Talîbanê 60 hezar jinan karê xwe ji dest da

Di encamê qanûnên li dijî jinan ên li Efganistanê de û piştî Talîbanê deriyên 12 hezar salonên kuaforên jinan girtin, 60 hezar jinên din jî karê xwe ji dest da.

​​​​​​​Ji ber qanûnên Talîbanê 60 hezar jinan karê xwe ji dest da
26 tîrmeh, 2023   09:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El Arebiye, bi hezaran salonên ciwankariyê û kuaforan di rojekê de ji ber pêkanîna qanûna Talîbanê hatin girtin.

Ji dema Talîbanê di Tebaxa 2021′ê de desthilata Efganistanê bi dest xistiye, nahêle jin dibistanên amadehî û zanîngehan bixwînin, biçin seyrangeh, pêşangehan û bikevin holên lîstikên werzîşê û divê li cihên giştî laçikan deynin sere xwe.

Meha borî, Talîbanê ferman da ku bi hezaran salonên xweşikbûnê yên jin bi rê ve dibin, werin girtin. Ew pirî caran jêdera qûta yekane ya malbatan e.

Welatiyekê li ser mijarê got: "Em fêr bûbûn ku hinekî dema xwe li vir li ser axaftina pêşerojê biqedînin û niha heta ev maf jî hate standin."

Leşkerên Talîbanê hefteya borî gule bi hewa de avêtin û xertûmên avê li dijî prostestoya jinan bi kar anîn.

Gelek salonên xweşikbûnê li Kabulê hatibûn girtin û heta deqeya dawîn hin vekirî mabûn. Xwediyeke salonan got ew hat neçarkirin ku nameya divê bi dilê xwe salonê bigire û ruxseta xwe radest bike, îmze bike.

Li gorî Odeya Bazirganî û Endustriyê ya Efganistanê, nêzî 12 hezar salonên xweşikbûnê li tevahî welat hatin girtin û ji ber wê 60 hezar jinên din jî karê xwe ji dest da.

Ji dema Talîban hatiye ser desthilatê ve, bi hezaran karmendên hikumetê yên jin karê xwe ji dest da.

(fr)