Li Tirkiyeyê bi pileya 5,6 erdhej çêbû

Li bajarê Edene yê Tirkiyeyê di saetên serê sibehê de bi pileya 5,6 erdhej çêbû.

Li Tirkiyeyê bi pileya 5,6 erdhej çêbû
25 tîrmeh, 2023   06:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Kozanê ya girêdayî bajarê Edene yê Tirkiyeyê saet di 08.44’an de bi pileya 5,6 erd hejiya. Li gorî agahiyên Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej 3,7 kîlometre di binê erdê de çêbûye.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Awarte ya Tirkiyeyê (AFAD) jî diyar kir pileya erdhejê 5,5 e.