Rewşa xizmetguzarî li navçeyên Qamişlo hat nîqaşkirin

Şaredariyên sê navçeyên girêdayî kantona Qamişlo ji bo çareserkirina pirsgirêkên xizmetguzarî û pêşwazîkirina pêdiviyên wan, bi şêniyan re civînên cuda li dar xistin.

23 tîrmeh, 2023   11:14
 QAMIŞLO

Civîn li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê ya li navçeya Amûdê, Navenda Dîcle ya Çand û Hunerê ya li Dêrikê, li avahiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a li Çilaxa hatin lidarxistin û endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, siyasî, çandî û perwerdeyê beşdarê bûn.

Di civînan de piştî rêzgirtinê, raporên xebatên hersê şaredariyan ên sê mehên dawîn hatin xwendin. Di raporan de rewşa siyasî li cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşa gel li gund û navçeyên Qamişlo, rewşa rêxistinî, projeyên şaredariyan ên hatine pêkanîn û plansaziyên wan hatin bicihkirin.

Piştî xwendina raporan deriyê nîqaşê Ii pêş beşdaran hat vekirin û derbarê pirsgirêkên xizmetguzarî yên taxan bi nûnerên şaredariyan re hatin nîqaşkirin. Li gorî nîqaşan, piraniyan pirsgirêkan ên kenalîzasyonê, qutbûna avê û paqijiya taxan bûn. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan jî pêşniyar bi pêş ketin.

Nûnerên şaredariyan jî diyar kirin ku ew ê li gorî derfetên xwe van pirsgirêkan çareser bikin.

(c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JCNyotoF7ys" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>