Zelensky behsa veguhertina êrişan kir û Pûtîn êriş bi binkeftî wesifand

Serokê Ukraynayê Voldimir Zelensky eşkere kir ku êrişa leşkerî ya Ukraynayê hindek mayî bi lez bibe. Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn bi “binkeftî” wesifand.

Zelensky behsa veguhertina êrişan kir û Pûtîn êriş bi binkeftî wesifand
23 tîrmeh, 2023   09:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Financial Times serokê Ukraynayê îsrar dike ku rewş li eniyên pêşîn ber bi veguhertinê ye û careke din bang li hevalbendan kir ku moşekên dûravêj û balafirên pêşketî jê re bişînin.

Zelensky got: “Em nêzî wê kêliyê dibin ku dikarin tedbîrên têkildar bi lez bibin. Ji ber ku bi rastî me hin cihên mayîn lê hene derbars kir û em wê bêbandor dikin.”

Zelensky di kongreya Asîn a li DYA`yê de axivî û bang li rêveberên ewlehiyê yên navneteweyî kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî bersiva axaftina Zelensky da û got êrişa Ukraynayê binkeftî ye.

Vladimir di danûstandina li gel hempîşeyê xwe yê Belarûsyayê Alaksandr Lukaşenko de îro li Moskovê got ti bandora êrişa Ukraynayê nîne û bi “binkeftî” wesifand.

Di heman çarçoveyê de hêzên Rûsyayê êvara şemiyê û beriya civîna Pûtîn û Lukaşenko careke din êriş bajarê Odessa yê Ukraynayê kir. Di encamê de kesek hat kuştin.

(şx)