​​​​​​​El Beydanî: Lozanê li ser bingeha berjewendiya aboriyê herêm parçe kir

Lêkolînerê iraqî Ciwad El Beydanî got Peymana Lozanê li ser bingeha berjewendiya aborî û zaîfxistina siyasî dewlet parçe kirin. El Beydanî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan behsa doz û krîzên gelê herêmê ji ber êş dikişînin kir û jê re çareserî danîn.

​​​​​​​El Beydanî: Lozanê li ser bingeha berjewendiya aboriyê herêm parçe kir
23 tîrmeh, 2023   03:20
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Ji ber komplo, peyman û lihevkirinên li dijî gelê herêmê ji Kurd, Ereb û pêkhateyên pêk hatine hîna li Rojhilata Navîn krîz ji sedsalî ve dewam dikin.

Bi nêzîkbûna salvegera 100 saliya Lozanê ku 24`ê Tîrmehê ye, têkildarî rola vê peymanê di parçekirina Kurdistanê û veguhastina dewletên Rojhilata Navîn ber bi dewletên zordest ve, lêkolînerê dîroka siyasî yê iraqê Cewad El Beydanî got: “Peymana Lozanê, dewlet ne li ser bingeha neteweyî lê belê li ser bingeha berjewendiya aboriyê û zaîfxistina siyasî parçe kirin.”

El Beydanî wiha dom kir: “Ewropa teşwîq kir ku hestê neteweyî derkeve pêş. Ji bo ku derbe li osmaniyan bide. Lê serî pêşîn, berjewendiya xwe esas girt. Pê re doza neteweyî derket û bi pêş ket. Beşeke Ereb û heta kurdan û Tirkan jî, ev hest li cem xwe mezin kir.”

Li gorî El Beydanî jiyana hevbeş û di dewleteke demokratîk de ku li gorî binesaziya civakî ya herêmê ye, ji berjewendiya dewletan e û ev li gotinên xwe zêde kir: “Her dewletek xwedî têgeheke demokrasiyê ye. Ji gelek kêmneteweyan pêk tê. Divê em nasnameyê kurt nekin û li gorî pergala desthilata yekitiyê ya dildarî ne ya bi darê zorê bijîn.” 

El Beydanî yekitiya dildarî wiha şîrove kir: “Ew bingeha avakirina civakên me ne. Di vê yekitiyê de her yek nasnameya xwe diparêze. Ji ber ku pergalên cîhanî li hember xetereyên aborî, guhertina avhewayê kom dibin. Ev guhertin li ser cîhanê tevahî bûye gefeke mezin. Nakokiya heyî li ser tunekirina qituba yekalî û firehkirina qituba çaralî yan jî dualî heye.”

El Beydanî destnîşan kir ku nakokiya siyasî, civakî û aborî hişt Ewropa nakokiyên xwe derbas bike û li hember timayên Rûsya di Ukraynayê de bibe yek û her wiha xwespartina DYA`yê jî bi rêya peydakirina enerjiya alternatîf kêm kir. Heta parzemîna Afrîkayê jî hewl dide ku nakokiyên xwe kêm bike.

Her wiha El Beydanî banga yekitiyê kir û got: “Divê ne li ser bingeha nasnameyê û girêdanê be. Lê belê divê bingeha vê yekitiyê, yekitiya dildarî û berjewendiyên hevbeş be. Em wê bi pêş bixin da ku rêzdariyê di nav dewletan de ava bikin ku xwedî pergaleke demokratîk bin û li gorî binesaziya me ya civakî be. Divê pergala demokratîk a rojavayî neyê ferzkirin.”

Lêkolînerê dîroka siyasî da zanîn ku wî gelek pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ên behsa van dozan dike xwendine û wiha pê de çû: “Wî jiyana hevbeş li ser bingeha nasnameya min bi tevahî şiklên wê bide min, nasnameya te ya bi heman rengî heye û di çarçoveyekê de şîrove kiriye. Ji ber ku pergalên neteweyî, nikarin li herêmên me bi ser kevin. Her wiha pergalên olî jî wisa ne. Li herêma me ciherengiya olî û irqî heye. Bi rêya ferzkirina neteweyekî li ser yê din nikarin me kontrol bikin. Dewleta li ser bingeheke neteweyî ava dibe, dawiya wê binkeftin e.”

Der barê Lozanê de El Beydanî got: “Bi piranî, ev peyman ji bo desthilatê kêrhatî ne û ji bo gel zirar in. Nexasim dewletên ku ji gelek kêmneteweyan pêk tê. Niha li başûrê Kafkasyayê Qerebax ji destê xelkê wê hat standin û kirin hemêza Azerbeycanê, ruxmî ku cudabûn di aliyê ziman û binesaziya civakî de heye.”

(şx)

ANHA