​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin

Li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di salvegera şehadeta wan a yekemîn de hatin bibîranîn.

​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
​​​​​​​Li ser gora Jiyan Tolhildan mûm hatin pêxistin
22 tîrmeh, 2023   19:16
HELEB

Îro salvegera yekemîn a şehîdbûna fermandarên YPJ′ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan e. Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker erebeya ku tê de ew fermandar hebûn li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê hedef girtibûn û di encamê de hatin şehîdxistin

Bi vê boneyê malbat, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan û şervanên YPJ′ê, li ser gora şehîd Jiyana Tolhildan û li ser gorên şehîdên li Goristana Şehîdên Berxweana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê mûm hatin pêxistin.

Li goristanê, dayika şehîd Jiyan Tolhildan, Asya Hemo axivî û silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandin.

Asya diyar kir ku baweriya wê bi hevrêyên şehîd Jiyan Tolhildan heye ku ew ê tola wê hilînin.

Piştî wê mûm hatin pêxistin û dayikan tilîlî kir.

(fr)

ANHA