Rojnameyên erebî: Dûrketina Tirkiye-Rûsyayê hesabkirî ye

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê, lihevkirina hinardekirina dexl û danên Ukraynayê û rewşa li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê kir.

Rojnameyên erebî: Dûrketina Tirkiye-Rûsyayê hesabkirî ye
21 tîrmeh, 2023   07:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Exbar a Lubnanê li ser têkiliyên Rûsyayê-Tirkiyeyê wiha nivîsand: "Rûsya û Tirkiyeyê hev du li dijî Rojava bi kar tînin. Ji ber ku Erdogan di krîza xwe ya hundirîn de xeniqî ye, meyla wî ber bi Rojava ve ye û ji lawaziya rejîma Rûsyayê piştî dijberiya Wagnerê metirsîdar e û naxwaze hêka xwe bixe nava selika Pûtîn.

Rojnameyê diyar kir ku rêveçûna têkiliyên Tirkiyeyê bi hêzên rojavayî û Rûsyayê re bi pêkanîna sozên ji Erdogan re têkildarî dosyaya namzetbûna Tirkiyeyê ji bo endamtiya Yekitiya Ewropayê (YE) û pêşeroja hevkariya leşkerî di navbera Washington û Enqereyê de girêdayî ye. Dê hevdîtina Erdogan-Pûtîn a bê li ser pêşeroja têkiliyên siyasî û şexsî yên di navbera her duyan de be."

′ÇARENÛSA LIHEVKIRINA DEXL Û DANAN′

Têkildarî lihevkirina dexl û danên Ukraynayê rojnameya Şerq El Ewset wiha nivîsand: "Dibe ku lihevkirina dexl û danan heta 2 hefteyên din anku heta bidawîbûna lûtkeya Rûsya-Afrîkayê taloqkirî be. Ew lûtke dê li bajarê St. Petersburg ê Rûsyayê di 27-28′ê Hezîranê de bê lidarxistin û dibe ku taloqkirin heta serokê Tirkiyeyê û Rûsyayê di Tebaxa bê de hev bibînin, bimîne.

Diyar e Rûsya ji bo lihevkirinên di dirêjahiya salekê de li gorî xwe bi kar bîne, bi bin ket. Di heman demê de jî nekarî guhartinê di hevsengiya hêzê de çêke. Pûtîn texmîn dikir ku dê lihevkirin bihêle welatê wî serweriyê li Ukrayna û Rojava bike. Lê tiştê bûye, ew e ku Moskov bû şirîkê fermî di lihevkirinê de."

‘JI BO ŞEREKÎ DI NAVBERA HIZBULLAH Û ÎSRAÎLÊ DE NAKOKÎ Û HIŞYARÎ′

Rojnameya El Ereb behsa nakokiya li ser sînorê Îsraîlê-Lubnanê kir û wiha nivîsand: "Li ser sînorê Lubnan-Îsraîlê nakokî di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de hene ku her duyan di Hezîrana 2006′an şerekî fireh kiribû. Li gorî çavkaniyên ewlehî yên Îsraîlê ev enî ber bi rageşiyê ve diçe û tenê mijar dem e û berpirsên ewlehiyê yên Îsraîlê ji firehbûna daîreya nakokiyê li ser sînorê başûr hemwextî pevçûnên li Dîfa Xerbiyê û Xezayê bi fikar in. Ruxmî ku Til Avîv û Hizbullah hewl didin xetên sor derbas nekin."

(fr)