​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan li pey ‘dîplomasiya berjewendiyan’ ketiye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de cih da armancên serdana serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Erdogan bo welatên Kendavê û têkiliyên Rûsya-Îranê.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Erdogan li pey ‘dîplomasiya berjewendiyan’ ketiye
19 tîrmeh, 2023   07:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya el Ereb cih da serdana serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a ji bo welatên Kendavê. Rojnameyê di wê derbarê de bi sernavê “Gelo dê Erdogan armancên serdana xwe ji bo Kendavê pêk bîne” nûçeyek weşand.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku Erdogan dev ji xeyalên xwe yên herêmî yên berê berdaye û bi pey veberhênan ketiye, ji bo ku aboriya xwe ji krîzê xelas bike. Di nûçeyê de cih dan diyariyên Erdogan ji bo rêveberên dewletên Kendavê û wek ‘dîplomasiya berjewendiyan’ hat nirxandin. Her wiha rojnameyê daxuyaniyên Erdogan ên dûrî siyasetê an jî gef û êrişkirinê di dema serdana xwe de jî bi bîr xistin.

TÊKILIYÊN RÛSYA-ÎRANÊ

“Têkiliyên Rûsya-Îran tên ceribandin.” Bi vê sernavî rojnameya Şerq El Ewsat mijara têkiliyên Rûsya-Îranê kir rojev.

Di nûçeya rojnameyê de hat gotin: “Piştî rexneyên ji Rûsyayê re ku piştgirî daye însiyatîfa Îmaratê ya çareserkirina doza her sê giravên dagirkirî bi rêya dan û standinanên dualî yan Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî, Tehranê zexta dîplomatîk li Moskovê kiriye.”

Lê belê di nûçeya rojnameyê de hat diyarkirin ku tevî nakokiyan jî, her du dewlet di gelek eniyan de, nemaze şerê Ukraynayê, hevkariyê didomînin.

(c)