Gelo dê nakokiya Rûsya-Tirkiyeyê bandorê li Sûriyeyê bikin?

Piştî helwestên dawîn ên Tirkiyeyê ku Rûsyayê wekî meyla ber bi rojava ve nirxandibûn, nîşaneyên nakokiyên mezin di navbera Moskov û Enqereyê de derdikevin. Nexasim ku rayedarekî leşkerî yê Rûsyayê, Tirkiye wekî “êdî vediguhere dewleteke ne dost” bi nav kiribû. Gelo dê ev nakokî bandorê li Sûriyeyê bikin?

Gelo dê nakokiya Rûsya-Tirkiyeyê bandorê li Sûriyeyê bikin?
19 tîrmeh, 2023   06:50
QAHÎRE-MUSHIN EL MISIRÎ

Serokê Komîteya Ewlehî û Parastinê ya Meclisa Federal a Rûsyayê Victor Bondarev kiryarên û siyasetên dewleta Tirk ên dawîn ên li hember Rûsyayê wekî "xencerê ji piştê" wesif kirin û got ku “Tirkiye hêdî hêdî vediguhere dewleteke ne dost”.

Berdevkê Krmlînê Dmitry Peskov jî aşkera kir ku navbera Rûsya-Tirkiyeyê nakokî hene, lê sedemên wan nakokiyan diyar nekirin. Peskov di heman demê de got, "Moskov bi israr e diyalogê bi Tirkiyeyê re bi pêş bixe."

Têkiliyên Enqere-Moskovê piştî çend rêzebiryarên Tirkiyeyê yên ku Rûsya bi hêrs kir, aloz bûn. Nexasm piştî erêkirina dewleta Tirk li ser radestkirina fermandarên Azof ên Ukrayanê ji serok Zelensky re. Ruxmî ku  di navbera Rûsya, Tirkiye û Ukraynayê de lihevkirinek hebû ku ev neteweperest li Stenbolê bimînin û heta dawiya şer venegerin Ukraynayê.

Her wiha dewleta Tirk endamtiya Swêd a NATO′yê erê kir û Erdogan dema ku Zelensky pêşwazî kiriye ragihand ku ew piştgiriyê dide tevlîbûna Ukrayna ji NATO′yê re ye.

Li gorî pisporan, helwestên Tirkiyeyê yên dijberî Rûsyayê ne nû ne û Enqereyê gelek caran di piraniya dosyayên navneteweyî de helwestên bi vî rengî li dijî siyasetên Rûsyayê nîşan dane. Pispor texmîn nakin ku têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê xirab bibin û dijbêjin ku ev têkilî stratejîk û kûr in û dikevin berjewendiya herdu welatan.

Pisporan anî ziman ku ev nakokî dê bandorê li têkiliyên herdu welatan li Sûriyeyê nekin, nexasim ku Moskov û Enqereyê bi salan e di nava krîza Sûriyeyê de ne û dikarin nakokiyên xwe yên derveyî Sûriyeyê derbas bikin.

NÊRÎNEKE NE FERMÎ

Mamosteyê Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Lobachevsky a Rûsyayê Dr. Emro El Dîb têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Daxuyaniyên serokê Komîteya Parastinê ya Meclisa Duma yên dijberî Tirkiyeyê nikarin cidî were girtin. Her wiha nêrîna fermî ya li Sûriyeyê tesmîl nakin, bi taybet ji ber ku ev daxuyanî ne yên kesyaeteke rêveber in û di navendên biryarê yên Rûsyayê de cih nagire.”

El Dîb got: "Ev daxuyanî tenê dikare wekî nêrîneke takakesî der barê têkiliyên Rûsya-Tirkiyeyê de bê hesibandin."

El Dîb wiha domand: "Tirkiye di siyaseta derve ya Rûsyayê de dewletek girîng e û nikare wekî weke dewleteke nedostê Rûsyayê were binavkirin. Ji ber ku gelek dosyayên germ û girîng ên hevpar hene.”

Pisporê kar û barên Rûsyayê Emro El Dîb anî ziman ku tiştên vê dawiyê rûdane dikare “neyînî” ji bo têkiliya Enqere-Moskovê were nirxandin û wiha dewam kir: “Dibe ku di dawiyê de bigihêjin çareseriyekê û nêrînên xwe der barê van dozan de bikin yek, ji ber ku Rûsya û Tirkiye bi awayekî mezin xwe dispêrin hev.”

Emro têkildarî bandora van nakokiyan li ser koordîneya herdu welatan li Sûriyeyê got: “Di dirêjahiya salên krîza Sûriyeyê de Enqere û Moskovê îsbat kir ku ew dikarin di helwestan de hevkar bin û her nakokiyeke li derveyî sînorê Sûriyeyê derbas bikin. Ji ber ku herdu alî dixwazin berjewendiyên xwe biparêzin.”

NAKOKÎ LÊ BELÊ..

Li aliyekî din pirsporê kar û barên Rûsyayê yê ji Misirê Dr. Nûr Neda got: "Daxuyaniyên serokê Komîteya Ewlehiya Neteweyî ya Meclisa Duma nîşan didin ku saziyên dewletê yên Rûsyayê rola Tirkiyeyê û serokê wê Erdogan di piştgiriya tevliheviyên gel ên berê li komarên Yekitiya Sovyetê û desteka wê ya leşkerî ji komkara Azerbeycanê re di şerê bi Ermenistanê re, ji bîr nekirine. Her wiha desteka Enqereyê ji komên tundraw ên girêdayî pergala Kîêvê li girava Qirimê û rola Tirkiyeyê di dayîna balafirên bêmirov ji Ukraynayê re di şerê li dijî Rûsyayê de jî ji bîr nekirine."

Neda destnîşan kir ku helwestên dawîn ên dewleta Tirk dijberî berjewendiyên Rûsyayê ne û weke şantaja yekser ya rêveberî û gelê Rûsyayê bi nav kir û wiha dom kir: “Lê belê helwest û têkiliyên ku şert û mercên şerê navneeweyî li hemû aliyan ferz dike, destpêkê nezelal xuya dikin.”

Pisporê kar û barên Rûsyayê Dr. Nûr Neda wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rola Tirkiyeyê dijberî berjewendiyên Rûsyayê ye, lê belê di cîhaneke tijî şer û nakokî de ji bo parastina berjewendiyên hevbeş û destkeftiyên stratejîk, nakokî dikarin bi awayekî demkî jî werin derbaskirin. Li Sûriye jî heman rewş derbasdar e û Rûsya û Tirkiye xwedî gelek dosya û lihevkirinên hevpar in.”

(fr/c)

ANHA