Li Dêrikê bîranîna şehîdan

Li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê 90 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn.

Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
Li Dêrikê bîranîna şehîdan
18 tîrmeh, 2023   11:54
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê merasîma bîranîna 90 şehîdên mehên Hezîran û Tîrmehê li dar xist.

Merasîm bi amadebûna bi sedan şêniyan li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê hat lidarxistin.

Rêvebera Kongra Star a Dêrikê Binefş Ebdo axivî û bal kişand ser berxwedana şehîdan a ji bo azadiyê û aştiyê.

Binefş Ebdo anî ziman ku şehîdan ji bo mîsogerkirina projeya neteweya demokratîk û azadiya gelên bindest canê xwe feda kir. Binefş Ebdo soza domandina xeta şehîdan ta pêkanîna armancên wan da.

Di dawiya bîranînê de sînevîzyoneke wêneyên şehîdan hat pêşandan.

(bb)

ANHA