​​​​​​​Çalakiya konvedanê ya Helebê: Têkoşîna me berdewam e

Çalakiya konvedanê ya ku Kongra Star a Helebê bi koordîneya PYD`ê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Îmraliyê em ê têkoşînê mezin bikin tecrîdê bişikînin û dagirkeriyê têk bibin da ku azadiya Rêber Apo misoger bikin” berdewam e.

16 tîrmeh, 2023   19:31
HELEB

Di roja duyemîn a çalakiyê de, şênî, endamên saziyên sivîl û partiyan hazir bûn.

Di çalakiyê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Mewlûde Elî axivî û destnîşan kir ku tişta Rêber Ocalan ji gelê xwe re kiriye, bêhempa ye û wiha domand: “Em çi bikin, em dê deyndarê wî bimînin ji ber ku di oxira rizgarkirina gelê xwe de, canê xwe feda kir. “

Endama Koordînasyona Kongra Star Nercis Bekir axivî û wiha anî ziman: “Rêbertî serî natewîne tevî ku rastî gelek sûcan tê. Tenê ji bo ku gelê xwe ji pergalên serdest xilas bike. Divê em jî xwedî li fikr û felsefeya wî derkevin û têkoşînê bidomînin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emîre Tofan tecrîd şermezar kir û û wiha domand: “Vîna gel ê ku xwedî li fikr û felsefeya rêbertî derketiye, nayê şikandin. Ji ber ku tişta Rêbertî ava kiriye, ji plan û siyasetên wan mezintir e û heta azadiya wî pêk neyê, gel dê raneweste.”

Endamê Rêveberiya Meclisa Şehîd Kelhat Mihemed Hecî axivî û diyar kir ku komployên li dijî Rêber Abdullah Ocalan vîna gelê wî kir hedef.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran Elaudîn El Xalid Kalo destnîşan kir ku sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan tên kirin, nîşan didin ku dewleta Tirk çareseriya aştiyane naxwaze ji wê zêdetir dixwazin fikr û felsefeya wî tune bikin.

Elaûdîn soza şopandina fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan da.

Piştre sînevizyonek têkildarî şehîdên berxwedana girtîgehan û Rêber Abdullah Ocalan di Îmraliyê de hate pêşandan.

(şx)

ANHA