Şehîdên Berxwedana 14' ê Tîrmehê hatin bîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrîn û Şehbayê şehîdên Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Şehîdên Berxwedana 14' ê Tîrmehê hatin bîranîn
Şehîdên Berxwedana 14' ê Tîrmehê hatin bîranîn
Şehîdên Berxwedana 14' ê Tîrmehê hatin bîranîn
Şehîdên Berxwedana 14' ê Tîrmehê hatin bîranîn
Şehîdên Berxwedana 14' ê Tîrmehê hatin bîranîn
14 tîrmeh, 2023   11:12
ŞEHBA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranîna şehîdên 14'ê Tîrmehê û salvegera 41`an a greva birçîbûnê civînek li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê li dar xist.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Arêf Sîdo axivî û şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn û îşaret bi girîngiya wê berxwedanê û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li hember dewleta Tirk a dagirker kir.

Arêf Sîdo wiha anî ziman: "Ev roj, roja berxwedana gelên bindest li hember zîhyeta dewlet, daxwaza mafên xwe yên xwezayî ye. Her wiha roja danîna bingeheke qewîn a berxwedana şoreşgeran li dijî zîhniyeta paşverû û ya navendî û destpêka şoreşan li Rojhilata Navîn e."

Her wiha der barê Berxwedana 14’ê Tîrmehê de sînevîzyon hate nîşandan.

(zş)

ANHA