Birîndarên Şer: Em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan têkoşînê gurtir bikin

Saziya Birîndarên Şer ên Helebê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike, her wiha got ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê bidomînin.

Birîndarên Şer: Em ê ji bo azadiya Rêber Ocalan têkoşînê gurtir bikin
14 tîrmeh, 2023   09:50
HELEB

Saziya Birîndarên Şer ên Helebê têkildarî radestkirina nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da. Endamê Saziya Birîndarên Şer Mistefa Mamo li pêş navenda xwe ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin di van demên dawîn de nameyên gefxwarinê ji Rêber Abdullah Ocalan re hatine şandin û di nameyan de tê gotin ew ê wî jehrî bikin. Ev yek nîşaneya xetereya mezin a li ser Rêber Abdullah Ocalan e û hate gotin:

“Ev gef ne tenê li dijî Rêber Abdullah Ocalan in, lê belê li dijî gel in jî. Lewma divê her kes bizane ku şaş e tecrîd tene li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê zanîn. Ji ber ku tecrîdê li dijî her kesî ye û divê bi têkoşînê ev tecrîd were şikandin û azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bêdengiya CPT′yê li hember girtiyan nîşaneya tevkariya wan a bi dewleta Tirk re ye.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin divê rêxistinên hiqûqî û mirovî bi erkên xwe rabin û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bişikînin.

(fr)

ANHA