​​​​​​​Greva Dag û Er ket roja xwe ya 58’an

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ku li Girtîgeha Hewlêrê dîlgirtî ne, 58 roj e li hemberî zexta PDK’ê ya li xwekirina cilên yektîp û kiryarên xirab di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan xirabtir dibe. Rayedarên Başûr der barê mijarê de bê deng in.

​​​​​​​Greva Dag û Er ket roja xwe ya 58’an
14 tîrmeh, 2023   09:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Mazlûm Dag û Abdurahman Er bi hinceta êrişa li dijî endamekî MÎT’a Tirk a li Hewlêrê hatibûn girtin. Dag û Er li Girtîgeha Hewlêrê tên ragirtin.

Mazlûm Dag û Abdurrahman Er, ji roja ku xistin Girtîgeha Hewlêrê ve binpêkirina mafên wan timî dikeve rojevê. Dag û Er herî dawî ji ber zexta li xwekirina cilên yektîp di 18’ê Gulanê de ketin greva birçîbûnê. Çalakiya Dag û Er di roja 58’yan de didome û rewşa tenduristiya wan her ku diçe xirabtir dibe.

Mazlum Dag di 23’yê Hezîranê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivîbû û gotibû: “Rêveberiya girtîgehê 10 roj in ne li me dipirse ne jî tê cem me. Dibêjin ‘li nexweşxaneyê bijîşk tune ne û derman tune ne.’ Me bi mirinê re rû bi rû hiştine. Abdûrrahman 20 kîlo dane. Tenduristiya wî nebaş e.”