Aktîvîsta fransî: Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiya Ewropayê jî eleqedar dike

Aktîvîst Zeyneb El Xezwî anî ziman ku welatiyên Fransa û Ewropayê bi giştî dizanin DAIŞ hîna bi dawî nebûye û rejîma Tirk piştevaniya wê dike û got "Divê welatiyên Fransayê bizanin ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin bi ewlehiya welatê me ve girêdayî ne."

Aktîvîsta fransî: Rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehiya Ewropayê jî eleqedar dike
14 tîrmeh, 2023   03:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktîvîsta mafên mirovan Zeyneb El Xezwî diyar kir ku sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin li Ewropayê nayên ragihandin û anî ziman ku DAIŞ hîna bi dawî nebûye û dewleta Tirk îslama siyasî diafirîne ku gefan li welatiyên Ewropayê dixwe.

Aktîvîsta mafên mirovan Zeyneb El Xezwî ya li Fransayê beşdarî komxebata navneteweyî ya li ser Peymana Lozanê bûbû ku di 7 û 8'ê  Tîrmehê de li bajarê Hesekê hatibû lidarxistin.

Zeyneb El Xezwî ji ANHA'yê re axivî, kêfxweşiya xwe bi serdanê anî ziman û got: "Ez pir kêşfxweş û serbilind im ku bi xwişk û birayên xwe yên leheng re li herêma ku ji aliyê tevahî cîhanê ve êşê dikişîne me. Rewşa li herêmê bandoreke mezin li min dike, lê ez ji siberoja vê herêmê û mirovahiyê geşbîn û hêvîdar im.”

Zeyneb rewşa herêmê, êriş û sûcên şer, girêdayî wê di serî de Fransayê bêdengiya dewletên Ewropayê ya li hemberî van sûcan nirxandin û got: "Bûyerên ku li van herêman rû didin bi awayekî mezin li Ewropayê nayê ragihandin, bi taybet li Fransayê nezaniyeke gelekî mezin ji bûyerên ku li vir diqewimin heye. Civaka Fransayê difikire ku mijara DAIŞ'ê bi dawî bûye. Ji xwe Fransayê ji salan ve rastî êrişeke terorî nehatiye, ji ber vê yekê welatî difikirin ku rûpela DAIŞ'ê hatiye tewandin, lê mesele berevajî vê yekê ye. Kesên ne li vê xakê bin hayê wan ji bûyerên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin, hebûna dagirkeriya Tirk, koçberkirina niştecihên herêmê yên resen, guhertina etnîkî, êrişên rojane yên li ser herêmê  tune ne."

'LI VIR IM DA KU DENGÊ HERÊMÊ LI WELATÊ XWE RAGIHÎNIM'

Zeyneb El Xezwî bal kişand ku pirsgirêka Kurd li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serokên dewletên Ewropayê eleqedar nake û wiha dom da axaftina xwe "Serokên dewletên Ewropayê ji bo dijminekî hevbeş bûn yek, lê tavilê bêyî windahî vekişiyan da ku Kurdên herêmê li pêşberî dagirkeriya Tirk û bermahiyên DAIŞ û çeteyên alîgirên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû bihêlin. Bi taybetî welatiyên Fransayê, welatiyên Ewropayê yên ku rewşa herêmê dişopînin ji ber bêdengiya hikumetên wan a li hemberî kirinên li ser Kurdan têne kirine, şerm dikin. Ez li vir im da ku dengê heqîqetê yê vê herêmê li welatê xwe ragihînim."

Aktîvîst Zeyneb El Xezwî anî ziman ku mirov guh nade tiştên ku rasterast wan elqedar nakin û got: "Tu li Parîsê di çayxaniyekê rûniştî bî û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dûrî te be,  ji ber vê yekê divê welatiyên Fransa û yên Ewropayê fêm bikin ku mijara DAIŞ'ê hîna bi dawî nebûye û teror pergaleke navneteweyî ye. Divê were fêmkirin ku ev pergal di kûrahiya civaka Fransayê de jî kokên xwe daye, ev pergal tê hilbirandin û derbasî vê herêmê dike."

'BÛYERÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ RÛ DIDIN GIRÊDAYÎ EWLEHIYA WELATÊ ME NE'

Zeyneb El Xezwî di dewama nirxandinên xwe de got: "Edalet di vir re derbas nebûye. Em dizanin hîna bi hezaran sûcdarên çeteyên DAIŞ'ê li ser vê xakê hene. Hinek ji wan vegeriyan welatên xwe û li welatê xwe  hatin darizandin. Lê ez wekî darizandineke adilane nabînim. Di heman demê de edaleta li welatê xwe îtîraz nakim . Lê pirsa derdikeve pêş; li gel ne amadebûna qurbaniyan û tunebûna hincetên têrker, dê darizandineke adilane ji ber van sûcan çawa pêk were? Bersiv ew e ji ber  sûcên ku hatine kirin, bi hezaran kîlometreyan dûrî welatên wan in."

Zeyenb anî ziman ku mijareke din heye divê kesê ewropî û fransî bi taybetî fêm bike ew e ku rejîma heyî ya Tirk ne dost e û got: "Her kes dizane Erdogan alîkarê îslama siyasî ya Tirkiyeyê ye. Armanca rejîma Tirk ew e ku Tirkên li Ewropayê wekî alavekê di destê Erdogan de werin bikaranîn.  Lew ra divê welatiyên Fransa nas bikin ku bûyerên li ser vê xakê rû didin girêdayî ewlehiya me û ewlehiya welatê me."

Zeyneb îşaret bi sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û ev li gotinên xwe zêde kir: "Wekî welatiyek û miroveke ku bi mijara mafên mirovan û edaletê eleqedar dibim, ez  vê pirsê dikim; dema ku dewleta Tirk êrişî welatekî din dike, sivîlan koçber dike, destekê dide komên terorîst ên ku sûcan li dijî welatiyên sivîlan dikin, çima rêxistinên navneteweyî û saziyên têkildarî edalaetê tevnagerin."

Zeyneb El Xezwî diyar kir ku bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin mijarekî rasteqîn e ku demokrasiya li cîhanê eleqedar dike û da zanîn ku rêxistinên rojavayî bi bêdengiya xwe ya li hemberî van sûcan dirûstbûn û meşrûiyeta xwe winda dikin. Her wiha got: "Niha welatî bûyerên ku li tevahî cîhanê rû didin dizanîn, ji ber vê yekê zehmet e ji xitabên siyasî yên serokên me yên li hemberî sûcên ku li dijî gelên vî herêmê bêdeng in, bawer bikin.

ZEYNEB EL XEZWÎ KÎ YE?

Zeyneb El Xezwî lêkolînereke sosyolojiya olan, rojnamevan, çalakvana siyasî û hiqûqî ye û ji Mexribê ye. Nasnameya fransî-mexribî wergirtiye û ji Komkujiya Charlie Hebdo rizgar bûye.

(bb)

ANHA