Welatparêz: Em têkoşîna ji bo Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin

Welatparêzan diyar kir ku nameyên gefxwarinê yên radestî Rêber Abdullah Ocalan hatine kirin xeternak in û bang li tevahî Kurdistaniyan kir ku ji bo naskirina rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî dakevin qadan.

Welatparêz: Em têkoşîna ji bo Rêber Abdullah Ocalan mezin bikin
14 tîrmeh, 2023   02:06
HELEB-MIHEMED EBDO

Endamê Konseya Rêveber a KCK′ê Sebrî Ok di bernameyeke taybet de diyar kiribû nameyên gefxwarinê yên bênav û bênavnîşan dane Rêber Abdullah Ocalan. Vê yekê der barê rewşa tenduristî ya Rêbertî de gelek pisr derxistin holê. Piştî vê daxuyaniyê gel daket qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Têkildarî mijarê, welatparêzeran nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin.

′ÎMRALÎ TEVAHÎ GEL TEMSÎL DIKE′

Yek ji welatparêzerên ku di salên 1990′î de karê cebhewî kiriye Selah Sîno, diyar kir ku şerê li Rojhilata Navîn di radeya yekemîn de li dijî gelê Kurd û Kurdistanê ye û got: “Desthilata AKP-MHP′ê bi armanca qirkirina gelê Kurd êrişan pêk tîne.”

Selah destnîşan kir ku hikumeta Tirkiyeyê di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de gelê Kurd hedef digire û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Faşîst bi nameyên gefxwarinê dixwazin berxwedana Rêbertî ya li Îmraliyê ku nûnertiya tevahî gel dike, têk bibin. Ji ber ku berxwedana Rêbertî bersiva herî guncaw li hember rêbazên derexlaqî yên dewleta Tirk a dagirker û ajanên wê ye."

′DIBE KU REWŞ JI BIN KONTROLÊ DERKEVE′

Sîno hişyarî da her kesê ku difikire bi jehrê yan bi rêbaznê din zirareke yekser an ne yekser bide Rêber Abdullah Ocalan û got, dobe li rewş ji bin kontrolê derkeve û gelê dê dakeve qadan.

Sîno bi bîr xist ku gel bi awayekî xurt bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got: “Ez dixwazim ji van faşîstan re bibêjim ku xeta me xet şehîdan e û em dev jê bernadin. Dirûşmeya me jî berxwedana jiyan e. Lewma em ji parastina rêberê xwe û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî venagerin.”

Sîno di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê bi hemû derfetên xwe destkeftiyên bi saya fikira Rêber Abdullah Ocalan hatine bidestxistin (projeya neteweya demokratîk ku Rêveberiya Xweser wê temsîl dike) biparêzin û anî ziman ku ev belavkirina vê tecrûbeyê dê di pêkanîna aştiyê li Îmraliyê de rol bilîze.

′GEL AMADE YE′

Mihemed Şêxo jî ku li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê Rêber Abdullah Ocalan dîtibû, tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan wekî siyaseta herî qirêj bi nav kir û got: “Ji beriya 24 salan de dema ku Rêber Abdullah Ocalan hatiye revandin û vir de tecrîd hatiye ferzkirin. Tecrîd di 2 sal û 3 mehên dawî de ketiye asteke xeternak. Hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatiye qedexekirin. Em tu agahiyên yekser ji Îmraliyê de wernagirin. Ev tişt xeternak e û em ji bo daketina qadan amade ne."

′NÛNERTIYA VÎNA BI MILYONAN KESAN DIKE′

Şêxo diyar kir ku kiryarên desthilatên Tirkiyeyê li dijî Rêber Abdullah Ocalan derqanûnî û ne rewa ne û wiha dewam kir: "Li ser jiyana Rêbertî, piştî belavbûna agahiyên nameyên gefxwarinê, xeterî heye. Ev nayên qebûlkirin. Ji ber ku Rêbertî nûnertiya vîna bi milyonan kesan dike."

Şêxo aşkera kir ku Erdogan û Bahçelî ji tirsa ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan zêdetir belav bibin, tecrîdê girantir dikin.

Mihemed Şêxo di dawiya axaftina xwe de bang li rêxistinên peywendîdar û CPT′yê kir ku yekser destwerdanê bikin, dawî li tecrîdê bînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin û anî ziman ku ew ê heta pêkanîna vê daxwaz, dakevin qadan û çalakiyên xwe zêdetir bikin.

(fr/c)

ANHA