JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 1

Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li ser binyada Şoreşa Neolîtîkê li xaka Rojava ku gelek xwedawend lê dijiyan, şoreşa duyemîn a jinan pêk hat. Atargatîs ku parêzvana Firatê û xwedawenda herî mezin ê bakurê Sûriyeyê ye, bûye nîşaneya vegera li nirxên sereke yên çandî yên herêmê.

JI BINYADA XWEDAWENDAN ŞOREŞA JINAN A ROJAVA- 1
14 tîrmeh, 2023   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN / CÎHAN BÎLGÎN

Mezopotamyaya Jorîn wek welatê xwedawendan tê pênasekirin û ji gelek şaristaniyan re bûye hêlîn û bûye xaka şaristaniyên bi pêşengiya jinan. Derdora Firatê bûye çavkaniya Hîlala Zêrîn û gelek xwedawend lê jiyane. Xwedawenda wek nîv jin û nîv masî tê temsîlkirin. Atargatîs jî nimûneyeke wan e. Atargatîs wek xwedawenda mezin a bakurê Sûriyeyê tê nasîn û karaktera bingehîn a destana yekemîn a hûriyên avê ye. Her wiha di hin çavkaniyan de jî wek xwedawenda parêzvana Firatê û xwediya gel tê binavkirin.

XWEDAWENDA MINBICÊ

Xwedawenda zayoxiyê Atargatîs, xwedawenda Minbicê ye ku 25 km li rojavayê çemê Firatê ye û 75 km dûrî Helebê ye û “bajarê pîroz” e ku tê texmînkirin di dema serweriya baweriya Neolîtîkê anku sedsala 12'an a beriya zayînê de ji aliyê bawermendan ve hatiye avakirin. Heta Yewnanan Minbic ewilî wek Hîeropolîs anku 'bajarê perestgehan' û piştre jî Hîerapolîs anku 'bajarê pîroz' bi nav kiriye. Ev pênase jî ji ber xwedawenda parêzvana bajêr Atargatîs jê re hatine kirin.

KEVOK Û MASÎ

Tê gotin Atargatîs, xwedawenda bereketê ye ku bi eslê xwe ji Asûriyan tê û xwedawenda masî Atar e û masiyekê di nava hêkekê de daniye peravên çemê Firatê û kevokekê jî parastiye. Atargatîs ji wê hêkê derketiye. Kevok û masî ajalên wê yên pîroz in. Kevok aliyê wê yê xwedawenda evînê nîşan dide, masî jî sembola jiyanê û têkiliya wê ya bi avên bibereket re nîşan dide. Tevî taca li ser serê wê, qevda genim a di destê wê de û kevok û masiyên li kêleka wê, di nava motîfan de cih girtiye.

BAWERIYEKE BERBELAV

Baweriya Atargatîs a bereket û wekheviyê li gelek deveran belav bûye. Ev bawerî li cihên pîroz ên li Herran, Riha, Baykan, Dalos, Minbic û Aşkelonê belav bûye. Sembolên wê di gelek qadên jiyanê de hatine dîtin. Li ser pereyên Dîmîtrîosê Sêyemîn, Atargatîs bi laşê masiyan ku serê wê yê jinan e, di destê wê de hêk heye û li her du aliyan wê jî qevdên ceh hene. Li têketina mezin a perestgeha Palmîrayê, temsîleke mezin a Atargatîsê heye. Bi navê wî di perestgehan de hewz hatine çêkirin û masî ji Firatê anîne û xistine hundirê wan.

JI BO WÊ XWE DIXESANDIN

Ji bo Atargatîsê; mêran, rahîb û rahîbeyan xwe dixesand. Lê dema mîrê Mîrektiya Osronê Abgar bû xiristiyan, ferman da ku herçî kesê xwe bixesîne, destê wî were jêkirin û gelek adet û ayînên ji bo Atargatîsê dikirin jî qedexe kirin.

XWEDIYA GOLA MASIYAN A RIHAYÊ

Li gorî hin dîroknasan, tê gotin ku xwediya orjînal a Gola Masiya a bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê ku wek cihê Îbrahîm pêxember lê avêtine nava agir û bi masiyên xwe yên pîroz tê naskirin, Atargatîs e û ev der ji bo wê wek perestgehekê hatiye çêkirin.

Li derdora Gola Masiyan perestgehên Atargatîsê hene, di mehên biharê de li ser navê Atargatîsê qurban dihatin dayîn û şahî li dar dixistin. Tê diyarkirin ku cejna Babîliyan a Akîtû û cejna Paskalya ya xiristiyanan ji wir hatiye.

LI SER BINYADA WÊ BER DI ŞOREŞA ROJAVA VE

Bi êrişa li dijî şoreşa jinan a yekemîn re jin bûn girseya yekemîn ku keda wan tê xwarin û di tevahiya dîrokê de êrişên sîstematîk ên şaristaniyê li dijî ked, rêbertî û çanda xwedawendiyê ji bo tesfiyekirina jinan pêk hatin. Bajarê Minbicê ku çanda xwedawendan hilperandiye derveyî sînorên xwe, di dîrokê de bû hedefa zîhniyeta desthilatdar a gelek dewlet û hêzan, wekî Roma, Sasanî, Memlûkî, Makedonî, Ebbasî, Fatimî, Eyyûbî, Mongol, Osmanî, Fransî û hikumeta Şamê.

Bajar bi dagirkirina “Artêşa Azad a Sûriyeyê” ya beriya sala 2012'an û DAIŞ'ê re di sala 2014'an de bi temamî ket nava tarîtiyê. Di nava 4 salan de jin bi destê zîhniyeta ku 'nêçîra cadûkaran' dikir, hatin qetilkirin, kolekirin, firotin û recmkirin.

Di 26'ê Çileya 2015'an de saet di 3 kêm 10 deqeyan de bi rizgarkirina navenda Kobanê re, pêngava azadkirinê ya ji bo paqijkirina hemû tax, gund û bajarên Rojava ji DAIŞ'ê, dest pê kir.

YÊN KU SERDEMA TARÎTIYÊ QEDANDIN

Di 1’ê Hezîrana 2016’an de Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku ji bo rizgarkirina Minbicê hemleyek daye destpêkirin. Şervanên ji çar aliyên Kurdistanê hatin û yên enternasyonalîst û sosyalîst beşdarî pêngavê bûn.

Di dawiya pêngavê de ku 75 rojan dewam kir, di 15'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê Nehîr Hîra (Mensûma Mehmûdî) ya ji Rojhilat, Newroz Rodî (Hulya Şimşek) a ji Bakur, Viyan Enteriyê (Asya Enter) a ji Rojava, Raperîn Dîcle (Sevda Çagdaş) a MLKP'yî û bi sedan nemiran ve, Minbic hate rizgarkirin.

Henaseya yekem a azadiyê bi şewitandina çarşefên reş û tilîliyan hate dayîn. Êdî ewlehî û parastina bajêr di destê jinan de ye ku bi çanda Atargatîsê mezin bûne. Gefên dagirkeran li dijî herêmê dewam dikin. Li hemberî vê yekê jin bi birêxistinkirin û têkoşîna bidestxistina destkeftiyên xwe û parastina wan, têkoşîna xwe didomînin.

ANHA