​​​​​​​`Em dê xeta şoreşê bidomînin û erka xwe ya li hember Rêbertî û şehîdan bînin cih`

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê bajarokê Cirniye yê Tebqayê nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk a dagirker dane Rêber Abdullah Ocalan û bêdengiya rêxistinên hiqûqî û navneteweyî li hember wan gefan şermezar kirin.

​​​​​​​`Em dê xeta şoreşê bidomînin û erka xwe ya li hember Rêbertî û şehîdan bînin cih`
13 tîrmeh, 2023   15:44
TEBQA

Nûnerên Rêveberiya Sivîl, meclisên leşkerî, partî, tevgerên jinan û ciwanan, tev li xwendina dauxyaniyê bûn.

Endamê Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê şaxê Tebqayê Diya El Mihemed daxuyanî li pêşiya navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Cirniye xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tevgerên ciwanan ên Cirniye daxuyaniyên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker şermezar dikin û nameyên gefxwarinê yên ku dane Rêber Abdullah Ocalan li dijî mafên mirovan û qanûnên navneteweyî ye.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên hiqûqî û civakên navneteweyî li hember van gefan û daxuyaniyan hat şermezarkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku ev bêdengî, tê wê wateyê ku ev rêxistin şirîkên dewleta Tirk a dagirker in.

Di dawiyê de, hat eşkerekirin ku ciwan bêdeng namînin û dê xeta şoreşê berdewam bikin, erkên xwe li hember Rêber Abdullah Ocalan, gelan û şehîdan bînin cih û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, destpêkirina seferberiya giştî hate ragihandin.

(şx)

ANHA