`Avakirina pergaleke konfedral li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîn e`

Beşdarên komxebata têkildarî komkujiyên li Mezopotamyayê û bandorên wê li ser jinan li dar ketiye, teqezî bi pêwîstiya xurtkirina pergala parastinê kir. Her wiha Îlham Ehmed destnîşan kir ku avakirina pergaleke konfedralî li erdnîgariya Mezopotamyayê ku nasnameya her rêxistineke jinan nas dike, gelek girîng e.

`Avakirina pergaleke konfedral li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîn e`
`Avakirina pergaleke konfedral li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîn e`
`Avakirina pergaleke konfedral li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîn e`
`Avakirina pergaleke konfedral li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîn e`
`Avakirina pergaleke konfedral li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîn e`
13 tîrmeh, 2023   15:24
HESEKÊ

Komxebata jinan a li ser asta Rojhilata Navîn a bi dirûşma "Em bi hêz û hevgirtina jinan parçekirin û qirkirina gelan a Lozanê têk bibin" ku bi beşdariya zêdetirî 60 siyasetmedarên jin, çalakvanên warên cuda dest pê kiriye, bi dawî bû.

Pergala qirkirinê ya li Mezopotamyayê, bû navnîşana rûniştina sêyemîn a komxebatê. Lêkolînera şaristaniyên rojhilata kevin, zimanê suryan û cîgira serokê Partiya Yekitiya Suryan Leyla Latî ev rûniştin bi rêve bir.

Leyla destpêkê têgeha qirkirin pênase kir û behsa komkujiyên li dijî gelên Ermen û Suryan kir. Her wiha diyar kir ku dewleta osmanî gelek komkujî li dijî her du gelan pêk anîne, di nav de Sîfo sala 1915`an û Edene sala 1909`an heye ku di encamê de 30 hezar ermenî hatin kuştin.

Leyla da zanîn ku dewleta osmanî bi van qirkirinan xwest nasnameya gelê Ermen û Suryan tune bike.

Beşdaran têkildarî vê mijarê nêrînên xwe parve kirin û destnîşan kirin ku xeta berxwedana di dema peymana Lozanê de ne xurt bû, lê di vê pêvajoyê de xeta berxwedana gelan bi hêztir e.

ÎLHAM EHMED: DIVÊ PERGALEKE KONFEDRAL LI ROJHILATA NAVÎN BÊ AVAKIRIN

Rûniştina çaremîn a dawîn têkildarî rola jinan di vejandina têkiliyên cîrantiyê bû ku ji aliyê seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed ve hate birêvebirin.

Îlham got: “Jin her tim ji navendên girtina biryarê dûr in. Bûyerên di dîrokê de qewimîne, bi dsetê mêr û baviksalariyê bû. Wan dîrok çêkir. Ji ber wê divê em dersê ji dîrokê bigirin û bi çavê jinan li dîrokê binêrin û dersan jê bigirin.”

Her wiha Îlham destnîşan kir ku destwerdanên derve bi awayekî kûr bandor li rewşa jinan di tevahî aliyan de kir. Ji bo wê bang kir ku jin rêgezeke din bipejirîne ku çanda jinan xurttir bike û ev li gotinên xwe zêde kir: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê û avakirina projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk, rê li pêşiya jinan vekir ku rola xwe ya pêşeng tevî hewldanên pergalên hegemonîk, bilîze. Em dibînin ku projeya neteweya demokratîk û pêşxistina pergala konfedraliyê ji bo jinan li erdnîgariya Mezopotamyayê gelek girîng e.”

Îlham wiha domand: “Konfedarliyek wisa ku nasnameya her rêxistineke jinan nas dike. Gelek girîng e, em pergala konfedraliyê ji bo jinan ava bikin û jin di aliyê dîrokî, çandî û xwe de xwedî zanîn be. Cihê xwe di navendên biryarê de bigire.”

Di dawiyê de Îlham got: “Baweriya me mezin e ku jin dê pergaleke nû li gorî nêrîna jinan ava bikin.”

Beşdarên komxebatê nêrînên xwe der barê vê rûniştinê de parve kirin û destnîşan kirin ku divê jin pergala xwe ya parasitnê xurttir bike ji bo ku tevahî plan û peymanên li dijî xwe têk bibe. Hevbendiyên jinan li bajarên Rojhilata Navîn ava bikin ji bo ku werin parastina.

Komxebat bi dawî bû, çaverêye ku komîteya amadekar encamnameya komxebatê parve bike.

(şx)

ANHA