′Em ê heta pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî li qadan bin′

Bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li navçeya Dêrikê ya kantona Qamişloyê bi meşekê gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya wî ya fîzîkî kir.

′Em ê heta pêkanîn azadiya fîzîkî ya Rêbertî li qadan bin′
13 tîrmeh, 2023   07:49
QAMIŞLO

Bertekên li dijî tecrîda girankirî û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.

Duh li Dêrikê meşek ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hat lidarxistin. Meş ji pêşiya avahiya Dadgeha Gel dest pê kiribû û ber navenda şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê vegerî mîtîngê.

Li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya Dêrikê Hogir Hacî gefên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha got: "Em ê li dora fikir û felsefeya Rêbertî bicivin û têkoşîna xwe du qatî mezin bikin. Em ê heta pêkanîna azadiya Rêbertî ya fîzîkî li qadan bin."

Mîtîng bi diruşmên silavkirina berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û banga azadiya wî ya fîzîkî bi dawî bûbû.

(fr)

ANHA