Guhartina demografîk a li Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye

Rojnameyên erebî yên sibehê behsa rewşa herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê, tevgerên dawîn ên Erdogan ên têkildarî tevlêbûna li YE′yê û serdana serokê Îranê ya li dewletên Afrîkayê kir.

Guhartina demografîk a li Sûriyeyê rojeva rojnameyên erebî ye
13 tîrmeh, 2023   07:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Weten a Sûriyeyê der barê rewşa Sûriyeyê de wiha nivîsand: "Tirkiye dersînorkirina penaberên Sûriyeyê ber bi herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê ve zêde kir. Her wiha 5 girtî ji girtîgeha Serêkaniyê ya dagirkirî ya bakurê Hesekê veguhastin girtîgeheke xwe ya li bajarê Rihayê.

Çavkaniyên ragihandinê yên muxalif diyar kir ku desthilatdarên Tirkiyeyê duh kiryarên xwe yên dersînorkirina bi zorê ya penaberên Sûriyeyê di roja duyemîn de dewam kir. Desthilata Tirk derdora 100 penaber di deriyê Bab El Selame yê li Ezazê yê bakurê Helebê re ber bi bakurê Sûriyeyê ve dersînor kirin û tunebûna belgeyên wan ên fermî wek hinceta dersînorkirinê nîşan da.

Çavkaniyan destnîşan kir ku di 24 saetan de hejmara penaberên sûriyeyî ku bi rêya deriyê Bab El Selame ji xaka Tirkiyeyê ve ber bi Sûriyeyê ve hatine dersînorkirin, gihaşt 300’î.

Çavkaniyan aşkera kir ku armanca desthilatdarên Tirkiyeyê ew e ku li ′avahiyên niştecihbûnê′ yên li herêmên li bakurê Sûriyeyê dagir kirine, bi cih bike. Da ku di dema pêş de planên xwe li wan herêman pêk bîne. Ew jî piştî sêyeka şêniyên resen ên wan herêman dan koçberkirin."

‘ÎRAN TEV LI PÊŞBIRKA NAVNETEWEYÎ YA ‎AFRÎKAYÊ DIBE, EREB TUNE NE′‎

Rojnameya El Ereb der barê gera serokkomarê Îranê ya Afrîkayê de wiha nivîsand: "Gera serokkomarê ‎Îranê Îbrahîm Reîsî ya li gelek dewletên Afrîkayê di çarçoveya pêşbaziya ‎navneteweyî ya li ser Afrîkayê de tê kirin. Vê yekê, li gel hevrikiya Amerîka-Çînê û zêdebûna bandora ‎Rûsyayê ya bi rêya koma Wagnerê ya li parzemînê, gelek nîqaş çêkirin.‎

Îran piştî‏ ‏diyaloga bi Erebistana Siûdî re û lihevkirinên têkildarî aramiya nakokiya di ‎navbera her du welatan de li ser Yemenê û serkeftina wê di pêkanîna aramiyekê bi derdora ‎xwe ya Ereban re, berê xwe da Afrîkayê.

Îranê têkildarî ketina nava vê hevrikiyê sûd ji torên mezbehî yên li hin dewletên ‎Afrîkayê mîna Nîjeryayê‏ ‏çêkiriye, wergirt. Her wiha bi rêya hevalbenda xwe Hizbullahê ya di ‎nava lubnaniyên li Afrîkayê de jî sûd wergirt."‎

'TEVGERÊN ERDOGAN BÊ KÊR IN'

Têkildarî civîna NATO'yê rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivîsî: "Nivîskar û şîrovekara siyasî Serpîl Yilmaz sedemên belgeya muzakereyên tevlêbûna nava Yekitiya Ewropayê (YE) ku Erdogan beriya lûtkeya NATO'yê pêşkêş kiribû, pirsî. Serpîl Yilmaz ev bersiv da: “Ev tevger niyetên Erdogan ên nûkirina zewaca bi rojava re eşkere dike. Niyeta Erdogan ew e ku muzakereyên sekinandî bide destpêkirin da ku Peymana Yekitiya Gumrikê ya ku di sala 1995'an de bi Yekitiyê Ewropayê re îmze kirine, nûjen bike.

Serpîl Yilmaz daxuyaniyên Erdogan ên li ser girêdana navbera erêkirina endamtiya Swêdê ya nava NATO'yê û zindîkirina muzakereyên bi Yekitiya Ewropayê re wek tevgerên bêkêr wesif kir. An dê Tirkiye destê xwe ji yekitiyê rake yan jî dê Erdogan helwesta xwe nû bike da ku pareke mezintir ji keka diravî ya rojava qezenc bike. 

Nivîskarê pisporê têkiliyên derve yê Tirk Mehmet Yilmaz jî got ji derveyî hewldanên dezgehên ragihandinê yên AKP'ê ku bêçarebûna Erdogan wekî serketine dîplomatîk nîşan dide, lê ya rast ev e; niyeta Erdogan a tevlêbûnê tune ye. Yilmaz destnîşan kir kesê yekane yê ku bersiva erênî da daxwaza Tirkiyeyê ya vejandina muzakereyên bi Yekitiya Ewropayê re sekreterê giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg e. Jens Stoltengerg der barê yekitiyê de tu desthilat û erkeke wî nîn e. Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz jî got dosyaya endambûna Swêdê ya NATO'yê û tevlêbûna Tirkiyeyê ya Yekitiya Ewropayê 2 mijarên girêdayî hev in. Yilmaz her wiha got: "Deriyê yekitiyê ji sala 2005'an ve ji Tirkiyeyê re vekirî ye û helbet Erdogan jî vê dizane."

(fr)‎