Şaredariya Şêxmeqsûdê milkên kesên li derve diparêze

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê milkên welatiyên li derveyî welat diparêze û ji bo peydakirina derfetên kar û pêşxistina qada aborî ya her du taxan bi kar tîne, heta ku xwediyên wan vegerin.

Şaredariya Şêxmeqsûdê milkên kesên li derve diparêze
13 tîrmeh, 2023   04:27
HELEB - MIHEMED EBDO

Piştî destpêkirina şer û aloziyê li Sûriyeyê, pêleke koçberiyê ber bi derveyî welat ve çêbû. Kesên ku koçber bûne mal û milkên xwe li dû xwe hiştine.

Di salên 2015-2016'an de komên çete yên dewleta Tirk a dagirker êriş anîn ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û di encamê de gelek şênî koçber bûn.

Şaredariya gel a her du taxan 115 dikanên ku xwediyên wan penaber bûne, diparêze.

Komîteya Milkan a Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi rêya belgeyên qanûnî van dikanan diparêze, heta ku xwediyên wan vegerin.

Şaredariyê bi vê yekê rê nade tu kesî ku dest deyne ser milkên welatiyên li derveyî warê xwe, lê bi rêya kesên ku dixwazin kirê bikin, xistiye xizmeta civakê. Ev yek ji bo pêşxistina qada aborî dibe pêngavek e, her wiha bi awayekî asayî ev dikan tên sererastkirin û dikeve xizmeta civakê.

Li gorî Komîteya Girêbestên Dikanan, 115 kesên ku dikanên xwe radestî şaredariyê kirine, sûdê ji vê pêngavê digirin û hejmara giştî ya dikanên ku di bin parastina şaredariyê de 115 e.

Şaredariya Gel beramberî vekirina her dikanekê mehane 3 hezar û 500 lîreyên Sûriyeyê distîne. Şaredarî ji vê yekê hewl dide destekê bide karkeran, bi taybet koçberên ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de hatine da ku debara xwe bikin.

Li beşa rojhilat a Şêxmeqsûdê û kolana sereke ya Eşrefiyê ku buhayê kel û pelan, bi taybetî yê cilan bilind e, şaredariyê kirêya dikanan kir 100 hezar lîreyên Sûriyeyê, lê kirêya dikanan li sûka cilan digihêje 800 hezar heta milyonek lîreyî, li kolana sereke ya Eşrefiyê jî 300 hezar lîre ye.

/kr/uploads/files/2023/07/12/185821_-.webp

Rêveberê Komîteya Girêbestên Dikanan a Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Osman Pilind anî ziman ku ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser her du taxan gelek dikan hatin girtin û bê xwedî man.

Osman Pilind diyar kir ku hejmara dikanên di bin wesiyeta şaredariyê de ne, gelekan xwediyên wan hene û ji aliyên wan ve tên birêvebirin.

Pilind destnîşan kir ku armanca wan ji vê yekê ne qezenca aborî ji bo şaredariyê ye û diyar kir ku kirêya ku şaredarî digire, pir kêm e. Her wiha got armanca wan destekê bidin karker û ciwanan û derfetên kar ji wan re peyda bikin.

Pilind got heke xwediyên dikanan vegerin û belgeyên îsbatê bi wan re hebin, dê muhleta demekê bidin kirêdaran heta ku dikanê vala bikin û li gorî belgeyan radestî xwediyên wan bikin.

Komîteya Girêbestan lêkolîn dike ku kirêya dikanên wekî zêr û veguhastina pereyan bi rêjeyeke maqûl bilind bike û qezencên wê bixe sindoqa şaredariyê da ku projeyên xizmetguzariyê pêk bîne.

Komîteya Qanûnî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî diyar kir ku şaredarî saziyeke fermî ye ku ji bo berjewendiyên giştî yê civakê kar dike. Her wiha destnîşan kir ku pêngavên wiha sûdê didin civakê û milkan diparêzin.

Osman Pilind anî ziman ku ya herî girîng di vê pêngavê de peydakirina derfetên kar ji ciwanan re ye û da zanîn ku şaredarî bi rêya şopandina domdar mafên her kesî diparêze.

(bb)

ANHA