‎Dayik û hevjînên şehîdan: Ji bo Rêber Apo qadên têkoşînê bernedin

Dayik û hevjînên şehîdan ên ji Efrînê daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan dubare kir û ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bang li her kesî kir ku di nava çalakiyan de bin.

‎Dayik û hevjînên şehîdan: Ji bo Rêber Apo qadên têkoşînê bernedin
12 tîrmeh, 2023   23:57
ŞEHBA ‎

Dayik û hevjînên şehîdan ên herêma Efrînê yên ji ajansa me re axivîn, bertek nîşanî nameyên gefxwarinê yên ku desthilata Tirkiyeyê û Rêveberiya Girtîgeha Îmaraliyê dane Rêber Abdullah Ocalan da.

/kr/uploads/files/2023/07/12/190154_suheyle-sx-ehmed.webp

Dayika şehîd Rizgar, Suheyle Şêx Ehmed li hember tecrîda girankirî û gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan helwesta xwe wiha nîşan da: "Ew ê bi tecrîdê û nameyên tehdîd nikaribin vîna Rêber Apo di hundir girtîgehê de bişkînin. Em dayikên şehîdan, eger tenê tiliya Rêber Apo birîn bibe em ê ‎bibin topeke agir û xwe di nava Tirkiyê de biteqînin. Heya Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe, em ê li qadan bin."

/kr/uploads/files/2023/07/12/190047_fewziy-hiso.webp

Dayika şehîd Xabûr, Fewziye Hiso jî destnîşan kir ku divê tevahî pêkhateyên herêmê ji bo Rêber Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de bin û got: "Hebûna û tubebûna me girêdayî Rêber Apo ye. Ji ber ku ‎Rêber Apo gel zindî kir. Me li ser fikrên wî rastiya xwe nas kir. Bila dewlet çavên xwe vekin û rê bidin parêzer û malbatê biçin Îmraliyê û ji Rêber Apo ‎agahiyeke werbigirin."

‎/kr/uploads/files/2023/07/12/190124_nebiye-hebes.webp

Dayika şehîd Tekoşer Efrîn, Nebîhe Hebeş tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got: "Em jinên ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin, em dixwazin agahiyekê ji Rêber Apo werbigirin. Em ê ji bo wê jî têkoşîna xwe xurttir bikin."

‎/kr/uploads/files/2023/07/12/190108_hvn-beyrem.webp

Hevjîna şehîd Îbrahîm, Hêvîn Birîm jî tecrîd bi tundî şermezar kir û ‎bang li gelên cîhanê kir ku ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan çalakiyên xwe zêde bikin.‎

‎(zş/c)

ANHA