​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-7-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-7-2023
12 tîrmeh, 2023   23:00

Malbat û hevjînên şehîdên komkujiya El Bû Şemis a ku çeteyên DAIŞ`ê pêk aniye, bang kirin ku pêwîst cezayên herî giran li çeteyan werin birîn û li pêş çavên her kesî werin darizandin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayik û hevjînên şehîdan ên ji Efrînê daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan dubare kir û ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bang li her kesî kir ku di nava çalakiyan de bin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê milkên welatiyên li derveyî welat diparêze û ji bo peydakirina derfetên kar û pêşxistina qada aborî ya her du taxan bi kar tîne, heta ku xwediyên wan vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Fîlmê “Dema şitil mezin dibe” xelata baştirîn fîlmê dirêj li Mîhîrcana Fîlan a Montevideo ya Navneteweyî li Uruguay ku di destpêka Tîrmehê de dest pê kiribû, wergirt. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîma Şehîdên Berxwedana Rojiya Mirinê ya 14′ê Tîrmehê li Navenda Dicle ya Çand û Hunerê li dar dixe. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Dayîkên aştiyê yên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, Meclisa Tenduristiyê ya her du taxan, du daxuyaniyên cuda têkildarî gefên desthilata Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Qamişlo şehîdên meha Tîrmehê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tînin. Saet 18:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN) 

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xidir Kobanê li Goristana Şehîd Dîjle ya Kobanê oxir dikin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Nivîsgeha Têkiliyan a Kongra Star, Meclisa Jinan a PYD`ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriye Pêşerojê komxebateke bi navnîşan “Bi hêz û hevgirtina jinan em dê siyaseta parçekirinê û qirkirinê ya Lozanê li dijî gelan têk bibin” li navenda Meclisa Sûriya Demokratîk ya Hesekê li dar dixe saet di 9:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA