Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn

Dadgeha Cezayên Giran ya Amedê piştî parastina rojnamevanan, di derbarê 15 rojnamevanên girtî de biryara tehliyeyê da.

Ji bo 15 rojnamegerên girtî biryara tehliyeyê hate dayîn
12 tîrmeh, 2023   17:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Danişîna ewil a doza 15 jê girtî bi giştî 18 rojnamegerên di 8’ê hezîrana 2022’yan de hatin destgîrkirin û di 16’ê hezîranê de hatin girtin a li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di roja duyemîn de hate lidarxistin. Piştî parastinan, şandeya dadgehê biryara xwe da û ji bo hemû rojnamegeran biryara tehliyeyê da.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi şertê kontrola edlî hatin berdan.