Ji bo nûnertiya tîma herêma Cizîrê 12 melevan hatin hilbijartin

Li herêma Cizîrê 20 melevan ji bo nûnertiya herêmê di pêşbirkên melevaniyê yên pêşerojê de li ser asta tîmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temsîl bikin, ketin pêşbaziyê. Pêşbazî bi hilbijartina 12 melevanan bi dawî bû.

Ji bo nûnertiya tîma herêma Cizîrê 12 melevan hatin hilbijartin
12 tîrmeh, 2023   16:55
 QAMIŞLO

Li hewza Klasîkko ya Qamişloyê, pêşbaziya avjeniyê li ser asta herêma Cizîrê li dar ket. Meclisa Werzîşê ya herêmê pêşbazî orgenîze kir ku 20 melevan tê de beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/07/12/161630_1.webp

Destpêkê pêşbaziya 50 heta 100 metreyî û di dawiyê de 12 melevan ji bo nûnertiya tîma herêmê bikin, hatin hilbijartin. Di nav wan de 10 melevanên ku heta 50 metreyî û 2 melevanên ku heta 100 metreyî avjeniyê dikin, hene.

Meclisa Werzîşê ya herêma Cizîrê lidarxistina turnovayên werzîşî yên komî û takekesî didomîne.

(şx)

ANHA