Rewşenbîr û parêzeran ji bo Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan

Rewşenbîrên herêma Efrînê û parêzerên bajarê Helebê tecrîd û nameyên gefxwarinê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û bang li tevahî aliyên hiqûqî yên têkildarî mafên mirovan kir ku di doza Rêber Abdullah Ocalan de bi erkên xwe yên exlaqî rabin.

Rewşenbîr û parêzeran ji bo Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî dan
12 tîrmeh, 2023   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên Yekitiya Rewşenbîran a Kantona Efrîn û Şehbayê, Kongra Star û Yekitiya Êzidiyan li qada Kampa Serdemê ya li navçeya Ehdas a Şehbayê kom bûn û der barê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da.

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Mihemed Beko û endama yekitiyê Biharîn Mihemed daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku ji dema revandina ramyar û Rêber Abdullah Ocalan de dewleta Tirk a dagirker zexteke derûnî û fîzîkî li dijî wî dimeşîne, hevdîtina bi parêzer û malbatê re qedexe dike û vê dawiyê jî nameyên gefxwarinê dane wî.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em kiryarên derexlaqî yên li dijî ramyar û rewşenbîrê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Bi van kiryarên dê krîza ku dewleta Tirk a faşîst jiyan dike, kûrtir bibin. Em bang li NY′yê û tevahî rêxistinên mafên mirovan dikin ku li hember doza Rêber Abdullah Ocalan de berpirsiyariyên xwe bînin cih û ji bo pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî bixebitin.”

HELEB

Yekitiya Parêzeran a Helebê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Hevseroka yekitiyê Elaedîn El Xalid bi beşdariya endamên saziyên civaka sivîl li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tiştê dewleta Tirk dike binpêkirina qanûnên Tirkiyeyê û yên navneteweyî ye û wiha hat gotin: “Tecrîd ku wekî îşkenceya fîzîkî û derûnî tê hesibandin, di madeya 5′an Danezana Mafên Mirovan a Cîhanî ya sala 1948′an û madeya 7′an a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî ya sala 1966′an, qanûn û mîsaqyên din ên navneteweyî yên têkildarî mafên girtiyan de hatiye qedexekirin.”

Her wiha hate destnîşankirin ku hemwextî tecrîdê, gefxwarinên li dijî Rêber Abdullah Ocalan nîşan didin ku dewleta Tirk bi hemû şêwazan hewl dide dawî li jiyana wî bîne. Hat bibîrxistin ku ev nameyên gefxwarinê hemwextî sedsaliya Peymana Lozanê û berdewamkirina hikumê Erdogan hatine dayîn.

Têkildarî helwesta CPT′yê ya li hember doza Rêber Abdullah Ocalan jî hate diyarkirin ku ruxmî CPT′yê di rapora xwe ya 2019′an de bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêber Abdullan Ocalan nayên qebûlkirin, lê dewleta Tirk tecrîd berdewam kir, her wiha CPT û sazî û rêxistinên qanûnî, hiqûqî û mirovî yên navneteweyî tu gavên pratîk neavêtin.

Parêzerên Heleb û endamên saziyên civaka sivîl fikarên xwe der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan de anîn ziman û nêzîkatiyên derqanûnî û dermirovî yên dewleta Tirk şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî hat kirin ku bi erka xwe rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li tecrîdê bîne û Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

Daxuyanî bi diruşmeyên ′Bê Serokê Jiyan Nabe′ bi dawî bû.

(fr/c)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VWjs26wfVs8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>