​​​​​​​Danişîna doza rojnamegeran didome

Danişîna ewil a doza 18 rojnamevanên Kurd ku ji ber xebatên xwe yê rojnamevaniyê tên darizandin û 15 jê girtî ne, li Amedê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.

​​​​​​​Danişîna doza rojnamegeran didome
12 tîrmeh, 2023   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Danişîna ewil a doza hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, gerînendeyê karên nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abidîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji dozê girtî tên darizandin, Kadîr Bayram, Esmer Tunç û Mehmet Yalçin jî negirtî tên darizandin, di roja duyemîn de didome.

Rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tên sûcdarkirin. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê tê lidarxistin.

Rojnameger, parêzer û nûnerên rêxistinên rojnamegeriyê tev li danişînê bûne.

ERTAŞ: ZIMANÊ GELÊ KURD TÊ DARIZANDIN

Gerînendeyê karên nivîsan ê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş di parastina xwe de wiha got: “Tekane rojnameya bi zimanê kurdî weşanê dike (li Bakurê Kurdistanê) Xwebûn e. Darizandina wê, nîşaneya darizandina zimanê gelê Kurd e.”

BÛLÛT: NASNAMEYA ME YA KURDÎ TÊ DARIZANDIN

Rojnameger Zeynel Bûlût jî got: “Em dizanin ku îro li vir nasnameya me ya kurdî tê darizandin. Tevî hemû zextan jî em ê bibin çav û dengê gelê kurd. Tiştên ku tên serê gelê kurd ne ji rêzê ne. Ev zilm hemû di arşîva dewletê de heye û ser vê heqîqetê nikare bê girtin. Ji ber ku felaketên tên serê vî gelî em radihînin lewma em tên darizandin.”

HEVSEROKÊ DFG’Ê ALTAN: EM NE SÛCDAR LÊ DOZDAR IN

Hevserokê DFG’ê Serdar Altan jî got yên di îdianameyê de tên tawanbarkirin ew bi xwe ne yan saziyên weşanê ne, ne diyar e û wiha axivî: “Ji bo bernameyên me li dar xistin di îdianameyê de têgeha ‘veşarî’ tê bikaranîn. Her wiha nîşeneyên me û arşîva dîmenan ên di serdegirtinên malan de hatin bidestxistin jî weke sûc hatine nîşandan. Di heman demê de parvekirinên me yên li ser medyaya dijîtal jî di dosyayê de hatine bicihkirin. Armanca esasî ya vê operasyonê ew bû ku xebatên me bidin sekinandin. Her wiha xwestin me ji qadê dûr bixin. Em sûcdar nînin lê dozdar in. Em ne ew kes in ku hesabê bidin lê divê em hesabê bipirsin. Gelo dê kî vê hesabê bide? Em 13 meh in girtî ne û dê kî hesaba astengkirina azadiya me bide? Lewma jî divê em hesabê nedin, hesabê bipirsin. Em edaletê diparêzin û dixwazin di nava aştî û demokrasiyê de bijîn. Em daxwaza azadiya fikr û ramanê dikin. Em daxwaza azadiya girtiyan dikin. Me tiştekî xerab nekiriye û seknekî rojnamegeran raber dikin.”