Xelkê Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan herikî qadan

Li gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi sedan kes bi meşeke girseyî nameyên gefxwarinê yê ji bo Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û azadiya wî ya fîzîkî xwest.

Xelkê Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan herikî qadan
Xelkê Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan herikî qadan
Xelkê Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan herikî qadan
Xelkê Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan herikî qadan
Xelkê Dêrazorê ji bo Rêber Abdullah Ocalan herikî qadan
12 tîrmeh, 2023   12:33
DÊRAZOR

Endamên saziyên sivîl ên li rojhilatê Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîran, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di nav de,  bi sedan şêniyên gundewarê rojhilat ê Dêrazorê tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Herêma Rojhilat dest pê kir û  li ber Nexweşxaneya Giştî ya Hecînê vegerî mîtîngê.

Serokê Meclisa Gundewarê Rojhilatê Dêrazorê ya Partiya Sûriya Pêşerojê Yehya El Elî li ser navê şêniyên rojhilatê Dêrazorê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê bêdengiya navneteweyî ya li hember kiryarên hikumeta Tirkiyeyê yên li dijî gelê Sûriyeyê hatin şermezarkirin û hate goitn, dewleta Tirk hiqûqa mafên mirovan û pîvanên naveteweyî binpê dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker şerê her projeyeyek azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn dike.

Têkildarî nameyên gefxwarinê yên ji bo Rêber Abdullah Ocalan jî hate gotin, hikumeta Erdogan bi rêya nameyên gefxwarinê hewl dide Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî tune bike û tevliheviyê li Rojhilata Navîn biafirîne.

Di daxuyaniyê de bang li cîhana azad, rêxistinên mafên mirovan û NY′yê hate kirin ku li hemberî pergala li Îmraliyê erkên xwe bi cih bînin û hate gotin: "Ji ber baweriya me ya bi projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan, em banga azadiya fîzîkî ya Rêbertî dikin." Mîting bi diruşmên banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.

(fr)

ANHA