Jinên şêwekar bi pêşangehekê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin

Bi nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê îro li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê pêşangeke hunera şêwekariyê ya hevbeş a jinên şêwekar ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, tê vekirin.

Jinên şêwekar bi pêşangehekê Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin
12 tîrmeh, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sponseriya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tevgera Hîlala Zêrîn û Navenda “Heft Reng” a Başûrê Kurdistanê îro li bajarê Silêmaniyê pêşangeha hunera şêwekatiyê ya hevbeş a hunermendên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê tê vekirin.

Pêşangeha bi sernavê “Dengê Pirrengekan” hemwextî nêzîkbûna salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê tê vekirin.

13 jinên şêwekar ên ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 8 jinên şêwekar ên ji Başûrê Kurdistanê beşdarî pêşangehê dibin.

Pêşangeh saet di 18:00`ê êvarê de li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmaniyê tê vekirin. Şêwekarên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi 35 berheman beşdarî pêşangehê dibin.

Endama Komîteya Amadekar a Pêşangehê Yara Hisko diyar kir ku amadekarên pêşangehê beriya 4 mehan dest pê kirine û 21 jinên şêwekar ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê beşdarê dibin.

Yara anî ziman ku tabloyên werin pêşandan ji aliyê mijar û dibistanên hunerî ve dewlemend in û piraniya tabloyan têkildarî dozên jinan in.

Yara têkildarî armanca pêşangehê jî got: “Em hewl didin vê rave bikin; tiştê ku siyaset cuda dike, huner digihîne hev. Bêyî ku meylên siyasî û girêdana cografî di ber çav re were girtin, a girîng ew e ku bi hunerê bên cem hev.”

Dê pêşangeh 3 rojan dewam bike.

(c)

ANHA