​​​​​​​Ji ber lehiyan 40 hezar welatiyên Çînê hatin tehliyekirin

Li gelek herêmên cîhanê baraneke zêde dibare û li hin deverên Çînê bûn sedema karesatan. Li herêma Sichuan a Çînê ji ber lehiyan zêdetirî 40 hezar kes hatin derxistin.

​​​​​​​Ji ber lehiyan 40 hezar welatiyên Çînê hatin tehliyekirin
12 tîrmeh, 2023   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek herêmên Çînê baraneke zêde bariye. Li gorî dezgehên çapemeniyê yên wî welatî, ji ber lehiyên li herêma Sichuan zêdetirî 40 hezar kes hatine tehliyekirin.

Di çend hefteyên dawîn de, li gelek deverên Çînê ji ber lehî û hezazê zirarên mezin gihîştin malan, binesazî rûxiya û gelek kesan jiyana xwe ji dest da.

Li deverên din ên cîhanê mîna Pakistanê jî ji ber guhertina avhewayê baraneke zêde dibare.

Li gorî ajansa Xinhua ya Çînê, dibe ku barana zêde heta sibê dewam bike û ji ber wê hişyarî hatiye dayîn.

(fr/c)