ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-7-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 12-7-2023
11 tîrmeh, 2023   23:00

Jinên Dêrazorê soz da Rêber Abdullah Ocalan ku ew di têkoşîna xwe ya di oxira pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî de gaveke bi paş de naavêjin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar diyar kir ku belgeya bê ya ku tê payîn bi Heyet El Tensîq El Wetaniye re li ser li hev bikin, dê doza Kurd û nêrîneke hevbeş têkildarî têgeha nenavendîbûnê dest bigire. Derar anî ziman ku lihevkirina muxalefeta Sûriyeyê dê di çareserkirina krîza Sûriyeyê de rol bilîze. (BI WÊNE)

Analîzvanan hişyarî da ku bi hilweşîna hêdî hêdî ya çîna navîn re, Lubnan ber bi hilweşîna tam û dewleteke binkeftî ve diçe. Hemwextî wê, siyasetên civakî tune ne ku ji bo parastina çînên qels gelek girîng in.  (BI WÊNE)

Bi armanca parastina xelkê Reqayê ji noqbûnê, li ber çemê Firatê li Reqa û gundewarên wê navendeke rizgariyê ya gerok hate avakirin. Erka wê nuqteyê rizgarî û destwerdana lezgîn di rewşên awarte de ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Rewşenbîran a Efrîn û Şehbayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek li kampa Serdemê dide saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo sersaxî didin malbatên 2 şehîdan. Her wiha şêniyên navçeya Til Birakê sersaxî didin malbata şehîd Beşîr Cuma El Ubeyd, Heyder Hemîd Hilal saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên rojhilatê Dêrazorê ji bo şermzarkirina nameyên gefxwarinê yên ku dewleta Tirk dane Rêber Abdullah Ocalan derdikevin xwepêşandanê saet di 10:00`an de. Di heman çarçoveyê de şêniyên naçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo xwepêşandan li dar dixin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA