Hikumeta Kanadayê 2 jin û 3 zarokên DAIŞ'î birin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ'ê radestî şandeya Kanadayê kirin.

Hikumeta Kanadayê 2 jin û 3 zarokên DAIŞ'î birin
7 tîrmeh, 2023   20:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeyeke ji Kanadayê bi serokatiya mûdîra Giştî Ya Karên Konsulxaneya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Victoria Filler û nûnerê Kanadayê ya ji bo Sûriyeyê Rasta Daeî serdana herêmên Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Şande ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Robêl Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û nûnera YPJ'ê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Robêl Beho di hevdîtinê de bal kişand ser nexşerêya dawîn a civîna Astanayê û diyar kir ku nexşerê ji gelek hevbendiyên li dijî gelê Sûriyeyê pêk tê û ev hevbendî wê aloziya Sûriyeyê kûrtir bike.

Beho diyar kir ku rêya yekane ya çareserkirina aloziyê diyalogên navxweyî ne û bang li civkata navneteweyî kir ku destekê bidin hewldanên çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya li gorî biryara 2254'an a Neteweyên Yekbûyî.

Beho îşaret bi biryara darizandina çeteyên DAIŞ'ê jî kir û Rêveberiya Xweser dabû û bang li hikumeta Kanadayê û civata navneteweyî kir ku destekê bide avakirina dadgehên navneteweyî yên ji bo darizandina DAIŞ'iyan û got, çeteyên li herêmê mîna bombeyek li ber teqînê ne û gefan li herêmê û tevahî cîhanê dixwin.

Mûdîra Giştî ya Karên Konsulxaneya Wezareta Karên Derve ya Kanadayê Victoria Filler jî got, Kanadayê kêfxweş e ku bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tevkariyê bike. Victoria Filler piştevaniya Rêveberiya Xweser a di aliyê tenduristî, dirûnî û ewlehiyê de ya bi hemwelatiyên Kandayê yên ragirtî dizane û anî ziman ku hikumeta Kanadayê rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêzîk ve dişopîne û ji ber riska çeteyên di kamp û girtîgehan de bi fikar e.

Di dawiya hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve 2 jin û 3 zarokên çeteyên DAIŞ'ê yên ji Kanadayê li gorî belgeyeke fermî radestî şandeyê kirin.

(bb)