Cenazeyên 11 kesên xeniqîbûn hatin veşartin

Cenazeyên 11 kesên li peravên Cezaîrê xeniqîbûn li Kobanê û Qamişloyê hatin veşartin.

Cenazeyên 11 kesên xeniqîbûn hatin veşartin
7 tîrmeh, 2023   14:28
NAVENDA NÛÇEYAN

5'ê Hezîrana borî 11 welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema hewl dan derbasî Ewropayê bibin li peravên Cezaîrê noqî ava bûbûn û xeniqîbûn. Vê sibehê Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd cenaze wergiritin û radestî malbatên wan kirin.

/ar/uploads/files/2023/07/07/134120_jthamyn-8-dhhaya-qdhwa-ghrqau-fy-albhr-ysl-mdynh-kwbany-28129.webp

Şêniyên Kobanê û malbatên qurbaniyan, cenazeyên 8 kesên li  peravên Cezaîrê xeniqîbûn veşartin. Cenazeyên 3 kesên din ên ji bajarê Efrîna dagirkirî li goristana nû ya taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişloyê hatin veşartin.

 (bb)

ANHA