Li Derayê şer

Hêzên hikumeta Şamê taxên başûr ên bajarê Tefes ê Derayê topbaran kirin. Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çekdarên xwecih de şer rû da.

Li Derayê şer
6 tîrmeh, 2023   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hêzên hikumeta Şamê taxên başûr ên bajarê Tefesê yê li rojavayê Derayê topbaran kirin. Hemwextî topbaranê şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên xwecih de çêbû. Ji ber şer şêniyan taxan ber bi navenda bajar ve koçber bûn. Hate diyarkirin ku ji ber şer ziyanên mirovî çênebûne.

Her wiha dronên hêzên hikumeta Şamê derdora mala serokê koma çekdar Iyad El Xanim a li bajarokê Yarûdiyê yê Derayê bombebaran kir, lê ziyanên mirovî çênebûn.

Li gorî malpera Dera 24, hêzên ewlekariyê yên hikumeta Şamê û Firqeya 4'an daxwaza dersînorkirina serokê koma navborî kiribû ku di sala 2021'an de beşdarî operasyona serdegirtina herêma rojava ya Derayê bûbû.

Heman malperê da zanîn ku navenda çandê ya bajarokê Casim ê Derayê bi çekên RBG ji aliyê çekdarên nenas ve hate bombebarankirin.

Malpera Dera 24 diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê navenda çandê kiriye baregeheke leşkerî ku hêzên ewlehiya leşkerî lê dimînin.

(bb)