Endamekî Talîbanê tecawiz li çalakvaneke destgîrkirî kir

Aktîvîsta mafên jinan Elaha Delawarzaî ku li Efganistanê hatibû destgîrkirin, got berdevkê wezîrê karên hundir ê Talîbanê yê berê Karî Saeed Khostî tecawiz li wê kiriye û hewl daye wê bike kole.

Endamekî Talîbanê tecawiz li çalakvaneke destgîrkirî kir
5 tîrmeh, 2023   09:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Aktîvîsta mafên jinan Elaha Delawarzaî, di Mijdara 2022’yan de piştî çalakiyekê hatibû destgîrkirin. Delawarzaî da zanîn ku dema destgîrkirî bûye, tecawiz lê hatiye kirin û têkildarî mijarê li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal agahî dan.

Delawarzaî wiha da zanîn: “Ez, xwedawenda cesaretê me. Berdevkê wezîrê karên hundir ê Talîbanê yê berê û serokê niha yê Êtîmxaneyên Tora Hakkaniyê Karî Saeed Khostî piştî tecawizê bi darê zorê ez zewicandim. Îşkence li min kir, li min xist û gefên giran li min xwarin. Min nexwest bibim koleya wî lê Talîban ji bo ku dengê min qut bike, ez xistim zindanê. Ji mijdara 2022’yan heta nîsana 2023’yan, li Girtîgeha Îstîxbaratê ya 40’emîn Midûriyeta Talîbanê îşkence li min kir. Heta ceyran da organên min ên zayendî û pêsîra min. Hewl da bi darê zorê bi min îtîrafê bide kirin. Endam û fermandarên Talîbanê di 15’ê tebaxa 2021’ê de desthiat bi dest xist û ji wê rojê heta niha bi hezaran jin û keç bi darê zorê zewicandin. Û jin bi awayekî herî xerab tên tepisandin. Talîban, van qanûnên xwe yên zilmê tenê li dijî xelkê bêparastî yê Efganistanê têxe meriyetê. Lê tu cezayan nadin fermandarên Talîbanê. Lê tevî vê yekê jî dinya xalîçeya sor radixe ber pêyên Talîbanê.”