Rêveberiya Xweser dê cenazeyên 11 sûriyeyiyan vegerîne

Rêveberiya Xweser amadekariyên vegerandina cenazeyên 11 kesên ku li beravên Cezaîrê xeniqîbûn, bi dawî kirin.

Rêveberiya Xweser dê cenazeyên 11 sûriyeyiyan vegerîne
5 tîrmeh, 2023   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin Daîreya Têkiliyên Derve di çarçoveya xebatên mirovî de hemû tedbîrên ji bo vegerandina cenazeyên 11 welatiyên ku di 5`ê Hezîranê de li beravên Cezaîrê xeniqîbûn, bi dawî kirine. Hat destnîşankirin ku ew 11 kes ji herêmên Rêveberiya Xweser in û di nava wan de 3 zarok jî hene.

Di dewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çaverê ye cenaze di 6′ê Tîrmehê de bigihêjin balafirgeha Beyrûtê û ji wir bişînin Sûriyeyê û hate gotin: “Rêveberiya Xweser spasiya Rêxistina Xaça Sor a Lubnanê û tevahî aliyên ku di vê çarçoveyê de alîkarî dane, dike.”

Di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbatên qurbaniyan hat xwestin û bang li gelê herêmê hat kirin ku nekevin xefika torên qaçaxçîtiya mirovan ên ku hewl didin ciwanên herêmê bidin koçberkirin. Her wiha bang li gel hat kirin ku dev ji xaka xwe bernedin.

Li gorî daxuyaniyê, navên 11 koçberên xeniqî wiha ne: Azad Şiyar Xelîl, Şiyar Mihemed Xelîl, Cemîle Ebdulbaqî Mihemed Elî, Mesûd Mistefa Mihemed, Ula Ebdrezaq El Ehmed, Larîn Mesûd Mihemed, Emîre Mihemed Hebeş, Helîme Mihemed Mistefa, Ferman Edîb Dalî, Yasmîn Cewdet Sedî û Ehmed Bekir Kîko.

(fr/c)