Çînê xwest DYA firotina çekan ji Taywanê re bisekinîne

Çînê bang li DYA′yê kir ku firotina çekan ji Taywanê re yekser bisekinîne û hişyarî da ku gelê Taywanê ber bi karesatekê ve dibe.

Çînê xwest DYA firotina çekan ji Taywanê re bisekinîne
5 tîrmeh, 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Tan Kaifi daxuyand ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi firotina çekan ji Taywanê re, wê vedigerîne “bermîleke teqemeniyê” û gelê wê ber bi karesatekê ve dibe.

Tan Kaifi di civîneke çapemeniyê de got Çîn bi tundî li dijî firotina çekan ji Taywanê re ji hêla DYA′yê ve disekine. Çînê muzakereyeke fermî ya tund ji DYA’yê re şand û hate gotin “DYA metirsiyên sereke yên Çîn paşguh dike û bi awayekî aşkera destwerdanê li kar û barên hundirîn ên Çînê dike û nakokiya li tengava Taywanê zêde dike. Bi wê yekê Taywanê vedigerîne bermîleke teqemeniyê û gelê wê ber bi karesatekê ve dibe.”

Kaifi got Çîn bang li DYA′yê dike ku yekser firotina çekan ji Taywanê re rawestîne, hevkariya leşkerî bi çi şêweyî dibe pêk bîne û pabendî soza xwe ya piştgiriyê nede serxwebûna Taywanê, be.

Hefteya borî, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) gotibû wezaretê li ser firotina muhtemel a çek û cebilxaneyan ji Taywanê re erê kiriye û mîqdara çekan 440 milyon dolar e.

Di vê dawiyê de nakokiyên di navbera Çîn, DYA û Taywanê de li ser paşxaneya hevdîtinên fermî yên her du welatan de zêde bûn. Wê yekê Pekîn bi hêrs kir.

(fr)