Şahidê Qetlîama Dêrsimê Guneş jiyana xwe ji dest da

Ji şahidên Komkujiya Dêrsimê Xidir Guneş ku li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Şahidê Qetlîama Dêrsimê Guneş jiyana xwe ji dest da
30 hezîran, 2023   14:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Yek ji şahid û mexdûrên Komkujiya Dêrsimê Xidir Guneş ê 92 salî ku 10 roj bûn li Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Dapîra Xidir Guneş a ku di 7 saliya xwe de di navbera salên 1937-38'an de li Dêrsimê şahidiya komkujiya ku ji gundê wî 12 welatiyên gundê wî bi çekên giran hatin gulebarankirin jî li ber çavên wî hat qetilkirin. Guneş û malbata xwe 3 meh xwe li daristanê veşartibûn. Malbata Guneş 9 salan li Manîsaya li sirgûnê ma, paşê  vegeriya û li Dêrsimê bi cih bû.

Cenazeyê Guneş wê sibê li gundê Kizikê yê navçeya Pulurê bê definkirin.