Di nav de sûriyeyî hene 621 kes ji Sûdanê vegeriyan Iraqê

Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku di nav de sûriyeyî û welatiyên ji gelek delwetên ereb hene, 621 kes ji Sûdanê hatin vegerandin. Li gorî çalakvanan, gelek kes ji wan sûriyeyiyan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne û dê bi koordîneya Rêveberiya Xweser li warên xwe vegerin.

Di nav de sûriyeyî hene 621 kes ji Sûdanê vegeriyan Iraqê
30 hezîran, 2023   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan a Iraqê WAA ya ku agahiyên xwe dispêre berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf wiha nivisî: “Rêwîtiya derxistinê ya dawîn a ku dewleta serokwezîrê veqetandiye, gihaşt Bexdayê. Li ser wê bi dehan iraqî, welatiyên ereb ên ku li Sûdanê asê mabûn, hene.”

Ajansê da zanîn ku bi 5 balafirên C130 621 welatiyên iraqî hatine vegerandin. Di nav wan de sûriyeyî û sûdanî hene.

Her wiha diyar kir ku odeya operasyonên bersivandina dîplomatîk a lezgîn, bi koordîneya hêzên hewayî yên Iraqê rêwîtiyên derxistinê, bi ser xistine.

Çalakvanên sûriyeyî jî ji duh ve li ser medya dîjîtal parve kirin ku hewl dan hene ji bo welatiyên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li warên xwe bên vegerandin. Ev veger dê bi koordîneya Rêveberiya Xweser be.

Rêveberiya Xweser bi koordîneya şirîketên taybet ên Sûriyeyê 341 sûriyeyiyên li Sûdanê asê mabûn, vegerandin.

Xebatên derxistina sûriyeyiyên li Sûdanê asê mane ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi rêya şîrketên taybet rawestiyan piştî ku hikumeta Şamê li pêşiyê derket û nehişt ew şîrket bi rêveberiyê re peymanan çêke. Pêşwazîkirina yên ji Sûdanê têne derxistin bi rêya balafirxaneya Şamê sînordar kir, piştî ku Rêveberiya Xweser bi rêya balafirxaneya Qamişlo hewl dida ku sûriyeyiyan bigihîne herêmê.

(şx)