Di şeva Cejna Qurbanê de li bazarên Lubnanê tevgereke şermok heye

Dîmenên sûkên li Lubnanê di Cejna Qurbanê de ji yên Cejna Remezanê ne cuda bûn. Roj bi roj êşên welatiyan zêdetir dibin li gel girêkbûna aloziya aborî û jiyanî li welêt. Êdî cejn, bûye tiştek lûks ku tenê çend lubnanî dikarin pîroz bikin.

Di şeva Cejna Qurbanê de li bazarên Lubnanê tevgereke şermok heye
27 hezîran, 2023   15:37
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALE

Cejn bi giştî di nav de Cejna Qurbanê, Remezanê û Sersalê, ji bo gelekan derfeteke ji bo ku debara xwe peyda bikin. Froşkar di wê baweriyê de ne ku di cejnan de dikarin zirarên ji ber kesadê dîtine, dabîn bikin. 

Mînak di sûka Şakiriyê de, froşkarên şêraniyê li her derê ne. Welatiyên ku nikarin ji dikanên biha wê şêraniyê bikirin, dikarin ji van froşkaran bi buhayên guncew pêdiviyên xwe bikin. Dîmenên cejnê li her derê sûkê belav in. Dengên froşkaran her derê tê, hin banga şêraniyê dike hin din jî banga cilûbergan û pêlîstokên zarokan dikin. Welê li navenda sûkê hatiye ku dengê şadiyê ji her derê tê tevî ku aloziya tarî heye.

Ruxmî vê tevgera şermok jî, lê bazirgan ji ber hin pirsgirêkan, bi gilî û gazinc in ku bi awayekî neyînî bandor li tevgera bazirganiyê dike. Jê: pirsgirêka kombûna çopê bi taybet di nava sûkan de, besteyên bêser û ber belav bûne ku têketina sûka navendî dgirin, tevgera bêser û ber a motorsîklêtan jî di nav sûkê û derdora wê de jî heye ku tevgera çûn û hatinê asteng dike, dibe sedema qezeyan.

Li bazarên Seydayê jî, Komeleya Hîref, pêşangeha pîşeyî ya bi navnîşan “Em vedigerin sûkê” li dar xistiye, di çarçoveya wê de Komeleya  Bazirgan û Şaredariya bajêr kon vegirtine.

Ji zêdetirî salekê ve, lubnanî ji ber aloziya aborî êş dikişîne ku di dîroka welêt de ya herî giran e. Li gel wê, felceke siyasî ya tam heye ku li pêşiya avakirina hikumetê bûya asteng. Nahêle desthilat, xebatên xizmeguzariyê ji welatiyan re pêşkêş bike ku mûçên wan li gorî rewşa heyî, kêm e. Di encamê de hejmara xizanan zêdetir bû û gihaşt ji sedî 60`ê niştecihan.

Li gorî ankêta ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanê û Banka Navneteweyî dawiya 2020`an çêkiriye, zêdetirî 35`ê malbatên tev li ankêtê bûne, danên xwarinê yên rojane kêm kirine.

Li beramber wê, hewldanên desthilatê ji bo ku aloziyê çareser bike, bi ser neketin tevî tedbîrên ku girtine mîna destekdayîna kelûpelan. Sindoqa Diravê ya Navneteweyî, Lubnan hişyar kir ku heke guhertinên bingehîn çênebin, dê banê hilweşînê tuen be.

(şx)