Meclisa Ermen: Em ê parastina herêmê bidomînin

Meclisa Civakî ya Ermen diyar kir ku Ermenên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê tevî pêkateyên din li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin û herêmê biparêzin.

Meclisa Ermen: Em ê parastina herêmê bidomînin
26 hezîran, 2023   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Civakî ya Ermen têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Wek pêkhateya Ermen em ê li hember êrişên li dijî axa xwe şer bikin. Em gavekê bi paş de venagerin. Em dewleta Tirk a kujer û qirkirinên ku di dîroka xwe de pêk anîne, baş nas dikin. Dewleta Tirk ku xwedî dîrokeke bixwîn e, êrişên xwe berdewam dike. Lewma, wek zarokên qirkirina komî em ê parastina herêmên ku lê dijîn bikin û em meydana têkoşînê bernadin.”

Di dewama daxuyaniyê de êrişên dagirkeriyê, nexasim êrişa 20`ê Hezîranê ku di encamê de hevseroka kantona Qamişlo Yusra Derwêş tevî 2 kesên din şehîd bûn, hatin şermezarkirin û hat diyarkirin ku bi vê êrişê îradeya tevahî xelkê Rojava hat hedefgirtin û armanc jê şikandina îradeya gelên berxwedêr bû.

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Wek zarokên qirkirina komî yên li ser xeta fedaîyên Ermen ên berxwedêr dimeşin, em teslîmiyet û xiyanetê qebûl nakin. Em ê tevahî pêkhateyên din ên li Rojava, parastina Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinên Rojava bidomînin.”

(c)